Ambargoya Şamê bû sedemê mirina zarokekî 2023-01-04 10:52:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê Wîsam Sîdo yê 4 salî, ji ber ambargoya hikumeta Şamê nexweş bû û jiyana xwe ji dest da.    Ambargoya hikûmeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Heleba Sûriyeyê ku hejmareke zêde kurd lê dijîn, dewam dike. Ji ber ambargoyê bi rojan e li her du taxan ceyran qut bûye. Ji ber kêmbûna mazotê pirsgirêka germkirinê heye. Li taxa Şêxmeqsûdê, Wîsam Sîdo yê 4 salî ji ber kêmbûna malzemeyên germkirinê ji sarmayê jiyana xwe ji dest da.   Dayika Wîsam, Erîfe Îbrahîm li ser rewşa kurê xwe ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û wiha got: "Tu nexweşxiyên Wîsam ên giran tune bûn, lê di vê dawiyê de beriya wefata kurê min, tevahî malbat ji ber sermayê bi zekemê ketin."   Erîfe destnîşan kir ku kurê wê ji nişka ve germa laşê wî bilind bû û ji ber wê rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir, ku nexweşxaneya yekane li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye û wiha berdewam kir: "Kadroyên nexweşxaneyê got bi sedema hin pirsgirêkan germaya zarok pileya 40 derbas kiriye. Piştî Wîsam demeke di nexweşxaneyê de ma û oksejîn dan wî, lê pirsgirêkên ji ber germahiya zêde bû sedema wefata wî. Dayika Wîsam diyar kir ku wan xwest zarokê xwe bixin beşa baldariyê li nexweşxaneyeke hikumeta Şamê, lê nikarîn cih peyda bikirana û got: "Lê di dawiyê de biryar da ku zarokê xwe bixin nexweşxaneyek taybet, lê dem derbas bûbû."   Dayika Wîsam di dawiyê de hêvî kir ku trajediya wê jiyaye, tu malbatên din re dubare nebe.