Li Erxevanê bi hezaran kew bi kuştinê re rû bi rû ne 2023-01-04 10:18:51 MELETÎ - Cîgirê Serokê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Erxevan û Gundên wê Alî Kaya diyar kir ku heke pêşî lê neyê girtin dê di tevahiya pêvajoya nêçîrvaniyê de li Erxevanê zêdetirî 12 hezar û 600 kew bên kuştin.    Komeke ji nêzî sed kesan pêk dihat ku endamên Komeleya Xweza û Nêçîrvanan a Çermiktiyê ne, di 25’ê kanûnê de ji bo nêçîrvaniyê çûn navçeya Erxevan a Meletiyê. Dema xwezahez li dijî wan derketin jî êrişî wan kirin û derb kirin. Nêçîrvanan xwestin li taxên Karakoyuk, Ermîşlî, Çaryirli û Konaktepeyê nêçîrvaniyê bikin û li vir êrişî xwezaparêzeran kirin. Li ser bûyerê cendirmeyan destwerdan kir lê kesek nehate binçavkirin.    'DIBE KU HER HEFTEYÊ 900 KEW BÊN KUŞTIN’   Cîgirê Serokê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Erxevan û Gundên wê Alî Kaya ku da zanîn ku ji ber ku nehiştin nêçîrvan bikevin herêmê, êriş li wan hatiye kirin û wiha got: “Xwezahez ji bo mafê jiyanê yê kewan, li dijî wan derketin. Ji ber ku xelkê vê derê naxwaze qadên wan ên jiyanê tune bibin. Em gundî baş pê dizanin bê ka potansiyela kewan a li vê herêmê çiqas e. Heke derdora 150 nêçîrvan di rojên çarşem, pêncşem û yekşemê de bikevin qadekê, ev dike 450 nêçîrvan. Her nêçîrvanek tenê du kewan jî bikuje ev dike 900 kew. Bi qasî 13-14 hefteyan wextê wan heye. Heke her hefteyê 900 kew bên kuştin, hûn dizanin bê ka ev tiştekî çawa ye.”   ‘LEŞKERÊ NÊÇÎRVAN’ GULE LI XWEZAHEZAN REŞANDIN   Bi domdarî Kaya da zanîn ku di 25’ê kanûnê de dema derketin zomê li rastî komeke qelebalix hatine û wiha qala wan kêliyan kir: “Dema em diçûn zomê li rastî nêçîrvanan hatin. Ji wan yekî got; ‘Ev Alî Kaya’ ye. Ez ji wesayîtê hatim payakirin û bi pêhn û kulman êrişî min kirin. Hewl dan min lînç bikin. Di nava wan de yekê payebilind hebû ku bawerim an efser bû yan serçawiş bû. Li ewlehiya balafirgehê dinêre û 3 gule li ser min reşandin. Em hinek ji hev dûr bûn lewma saçmeyên wê zêde bandor li min nekirin. Piştre jî ew ji wir revandin. Piştî êrişê jî min ji nexweşxaneyê rapora derbkirinê wergirt. Min giliyê êrişkaran kir.”    AV. DURAN: DIVÊ HIQÛQA NAVXWEYÎ BÊ SERERASTKIRIN   Parêzerê Platforma Hawirdorê ya Meletiyê (Mal-Çep) Ferhat Duran jî got ku ji cotmeha sala 2022’yan heta niha di navbera nêçîrvan û xelkê Erxevanê de rageşî heye û wiha bi dawî kir: “Ev rageşî heta derbkirina xwezahezê bi navê Alî Kaya dom kir. Ev bi sala ye xelkê Erxevanê naxwaze li herêma wan nêçîrvanî were kirin. Lê nêçîrvan prosedûra qanûnî û hiqûqa navxweyî weke hincet nîşan didin û dixwazin nêçîrvaniyê bikin. Lewma guh nadin bertekên xelkê herêmê. Li gorî hiqûqa navxweyî rast dibêjin lê li hêla din peyman û danezanên navneteweyî hene ku kuştina sewalekî ya bi keyfî weke sûc tê dîtin. Divê hiqûqa me ya navxweyî di vê mijarê de sererastkirinekê bike. Xelkê Erxevanê bi wijdanî nêz dibe û li gorî baweriya xwe naxwazin sewal bên kuştin. Jixwe koçberiyeke mezin li herêmê heye û yên mayî jî debara xwe bi mêşvanî, sewalkarî û çandiniyê idkin. Lê nêçîrvaniya li herêmê ziyaneke mezin dide wan. Ji bo ku ev herêm ji herêma nêçîrvaniyê were derxistin, em niha li herêmê îmzeyan kom dikin û dê bişînin saziyên têkildar.”    MA / Omer Akin