Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin 2023-01-04 09:03:24   WAN - Pisporê Îstihdamê Sînan Ok diyar kir ku li Tirkiyeyê yek ji bajarên herî zêde mirov jê koç dikin Wan e û got ku li Wanê kêmbûna nifûsê ji salên 1990'î heya niha didome û sedema vê jî polîtîka û projeyên siyasî yên tên pêkanînin.    Ji bajarên ku herî zêde mirov ji ber betalî, şer, zextên siyasî û pirgsirêkên aboriyê ji wan koç dikin, ên Kurdistanê ne. Ji 5 bajarên Tirkiyeyê yên herî zêde mirov ji wan koç dikin, yek jê jî Wan e ku nifûsa wê milyon û 200 hezar kes e. Li gorî Statîstîkên Koçberiya Navxweyî yên Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), di sala 2021'ê de ji bajarên herî zêde mirov ji wan koç dikin Wan di rêza 11'an de ye. Pisporê Îstihdamê Sînan Ok ku kêmbûna nifûsa bajêr nirxand, îşaret bi polîtîkayên taybet û projeyên siyasî kir.    POLÎTÎKAYA KOÇBERKIRINÊ   Ok da zanîn ku dînamîkên dîrokî û rojane yên koçberiya navxweyî hene û got ku li Kurdistanê her tim polîtîkayên koçberkirina bi darê zorê hebûne. Ok têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Li van deran şert û mercên gel tên tengkirin. Polîtîkaya jiholêrakirina jêderên wan ên debarê, polîtîkayeke ku ji dema Osmaniyan ve wekî mîrate maye. Gava em li zêdebûna koçberiya rojane mêze dikin, ji salên 1990'î dest pê kiriye û heya niha didome; valakirina gundan, qedexekirina zozan û mêragn, di bin navê avahiyên giştî de valakirina gundan. Gava em li koçberiya di demên dawî de jî mêze dikin, bi piranî wekî aboriyê dertê pêşiya me. Pandemiyê krîza aborî ya heyî kûrtir kir. Gava em li bajarên herêmê mêze dikin; di warê dahat, kar, şert û mercên jiyanê de di rêza dawî de ne. Wan di serî de ye. Di warê dahata serê mirovekî de, ji 81 bajaran Wan di rêza 79'an de ye. Taybetiya Wanê ev e; A rast Wan metrepola herî mezin a herêmê ye. Diviyabû nifûs ber bi vir ve bihatra, lê berkesê wê kêm dibe. Ev encama polîtîkayekê ye. Ev yek bandora xizanîkirin û koçberîkirinê nîşan dide."    ‘JI SALÊN 90'Î DEST PÊ KIR, HÊ JÎ DIDOME'   Ok bilêv kir ku di her sektorê de bandorkirin heye û wiha domand: "Turîzm, sewalvanî û çandinî, çavkaniya debarê ya herêmê bû. Ji ber ku li vir kar bi dest bi mirovan neket, piranî jî berê xwe dan metrepolên mezin. Yanî ev yek, encama polîtîkaya bişavtinê ya demdirêj e. Em bi awayê sîstematîk ê polîtîkaya 'di warê aborî de bêçare bike, koçber bike, bişîne metrepolên din û li wir asîmle bike' re rû bi rû ne. Di sala 2022'yan de bi pandemiyê û krîza aborî re, sektorên aboriyê yên li vir rûxiyan, di bin deynan de man û bûn pêgirtî. Mirov û kargeh ji ber ku nikaribûn çerxa xwe bizîvirînin, wekî çare ji bêgavî koç kirin. Li herêma me rêjeya welidînê pir zêde ye, lê gava em li leza zêdebûna nifûsê mêze dikin em dibînin ku ne li gor zêdebûna welidînê ye. Ev tenê di 2022'yan de wisa nebûye. Ev polîtîkayeke dîrokî ye. Ji salên 90'î heya niha projeyeke siyasî tê pêkanîn ku zarokên li vir çêdibin bi çanda xwe mezin nebin."    Ok anî ziman ku kesên ji van deran koç dikin jî di şert û mercên dijî rûmeta mirovahiyê de dimînin û got: "Karên herî xirab bi van mirovan didin kirin. Ev mirov bêsîgorte tên xebitandin. Di cinayetên karî de gava em li rewşa Wanê mêze dikin, em dibînin ku di sala dawî de nêzî 30 karkerên înşeatê li metrepolên rojavayê Tirkiyeyê an jî bajarên din jiyana xwe ji dest dane û tabûtên wan hatine van deran. Êrişeke li mafê jiyaneke wisa jî heye. Siyaseteke ku li vir şert û mercên jiyanê peyde û li rojavayê jî şert û mercên li gorî rûmeta mirovan peyda nake heye. Li dijî vê siyasetê têkoşîneke pir cidî divê."   Ok di dawiyê de wiha got: "Ji bo mirov li vir bimînin, di şert û mercên xwe yên jiyanê de debara xwe bikin divê kooperatîfbûyîn, çandinî, sewalvanî û turîzmê bê xurtkirin. Ev polîtîkaya koçberkirinê, encameke polîtîkaya netew-dewletê ye."