ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-04 09:00:01     * Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz diyar kir ku AYM'ê di doza Nîhat Kazanhan de biryareke emsal daye û got: "Ev biryareke girîng e, ji berterefkirina feraseta 'em çi qasî dijî hiqûqê tevbigerin jî em ê nekevin ber lêpirsînê'."   * Li Wanê lidarxistina çalakiyan ji aliyê walîtiyê ve tên qedexekirin. Parêzer Sedat Duşunmez ku bal kişand ser van qedexekirinan got: "Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kirine Girava Îmraliyê ye. Tecrîd, astengiya li ber fikira azad e."    * Ji pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk, diyar kir ku bingehê pirsgirêkên li Tirkiyeyê pirgirêka demokrasiyê ye û got: "Ger ên hilberîner û xebatkar em bin, nexwe divê ên welêt bi rêve dibin jî em bin."    * Jinên rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Rihayê diyar kirin ku ew ê piştgiriya Emîne Şenyaşar bikin û destnîşan kirin ku divê têkoşîna ji bo Emîne Şenyaşar bê berfirehkirin.    * Pisporê Îstihdamê Sînan Ok diyar kir ku li Tirkiyeyê yek ji bajarên herî zêde mirov jê koç dikin Wan e û got ku li Wanê kêmbûna nifûsê ji salên 1990'î heya niha didome û sedema vê jî polîtîka û projeya siyasî yên tê pêkanîn.    * Li Newala Qesabayê ku kurd û ermeniyên hatine qetilkirin û bi awayekî komî lê hatine veşartin, vîlayên luks tên çêkirin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 667'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * Danişîna duyemîn a doza derbarê rêveber û endamên GOÇÎZDER'ê de hatiye vekirin dê li 26'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)   * Çalakiya nobedê ya parlamenterên HDP'ê ku bi mebesta hevdîtina li gel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê di roja 10'emîn de berdewam bike. (11.00)    * ÎHD têkildarî giştînameya ku Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş şandiye dê li navenda giştî civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê dê têkildarî zema ji bo karmendan li ber Parka Yilmaz Guney daxuyanî bide. (12.30)   * Aktîvîstên TJA'yê yên Êlihê têkildarî revandina zaroka 14 salî K. A., dê li ber Parka Yilmaz Guney daxuyanî bidin. (13.30)