Li Amedê dîmenê tundiya polîsan ê dûyemîn derket holê 2023-01-03 16:26:39   AMED - Li Amedê di dema dîmenên tundiya polîsan a li dijî ciwanekî ya li navçeya Rezan a Amedê tê nîqaşkirin, li navçeya Yenîşehîrê dîmenekî bi heman rengî derket holê. Tîmeke ku ji polîs û bekçiyen pêk dihat, tundî li kesekî ku di nava kolanê de di GBT’ê re derbas dikir, kirin.    Di dema ku dîmenên lêdana polîsan a li Emre Elaltûnterî yê di dema kontrola nasnameyê ya li Taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê de hatin nîqaşkirin, vê carê jî dîmenên bi heman rengî li navçeya Yenîşehîrê derketin holê. Di 30’ê kanûnê de tîmeke ku ji polîs û bekçiyen pêk dihat, li kesekî ku di nava kolanê de di GBT’ê re derbas dikir, xistin. Dîmenê kesên ku polîs û bekçî bi pêhnan lê dixin ji aliyê welatiyan ve hatin kişandin. Di dîmen de tê dîtin ku polîs welatiyê ku lê dixin diavêjin erdî û kelemçe dikin û êrişî kesên li derdorê bertekê nîşanî wan didin, dikin.