Ji cîgirê midûrê dibistanê gotinên nijadperest 2023-01-03 15:40:08 ŞIRNEX - Li dibistanek Şirnexê endamên Egîtîm Senê bi gotinên nijadperest re rûbirû man. Mamosteyan gotin ew ê giliyê vê yekê bikin.  Li Şirnexê di dibistanekî de Cigîrê Midûrê dibistanê A. K., gotinên nijadperest li mamosteyên dibistanê M. C. û F. G. ên endamên Egîtîm Senê ne re kirin. Cîgirê midûr gotiye, "Ji terorîstan re rojbaş tune ye”    DÊ GILÎ BIKIN    Rêveberê Egîtîm Sena Şirnexê Adnan Şenbayram têkildarî mijdarê diyar kir ku ew ê li dijî nijadperestiya ku hatiye kirin gilî bikin û tiştên ku qewimîne wiha vegot: “Berî ku hevalên bigihîjin deriyê dibistanê, cîgirê midûr û cîgirê Midûrê Dibistana Pîşeyî ya Perwerdeya Taybet berê xwe dan mamosteyê perwerdeya taybet û gotine, 'Mamosteyên min ên delal, roj baş'. Paşê ji ber ku zanibûye hevalên li wir in, berê xwe daye wan  û ji wan re gotiye,  'Rojbaş ji terorîstan re nîne'. Piştî vê yekê, hevalên  ji wan re gotiye, 'hûn rêveber in, hûn çawa dikarin gotinek wiha bêjin, rêveberek nikare gotinek wiha bibêje. Mafê we tune ye'. Wî gotina ku kiriye qebûl kir. Ne got ku wî negotiye lê gotiye ji wan re negotiye. Lê belê wî paşê gotina xwe guherandiye. Me dizanibû ku ev kes xwedî helwestên kîn û nefretê ye. Lê ev cara yekem e ku ew bi wêrekî tişteke wiha dibêje.”   Şaxa Egitim Senê ya Şirnexê jî li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal diyar kir ku ew ê vê qebûl nekin û bûyerê bişopînin.