Wênesaz Ozgur Evran jiyana xwe ji dest da 2023-01-03 13:17:11   AMED - Hat îdiakirin ku wênesaz Ozgur Evran ku li Amedê mamostetiya resman dikir û di heman demê de bi karîkatûrên xwe gelek caran xelat wergirtibûn, dawî li jiyana xwe aniye.    Hat îdiakirin ku mamosteyê nîgarê Ozgur Evran ku di Pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad de 3 caran xelat wergirtibûn û albûmeke wî ya muzîkê ya bi navê “Zeman” heye, şevê din li mala xwe dawî li jiyana xwe aniye. Evren, li dibistaneke navîn a girêdayî perwerdeya neteweyî mamostetiya nîgarê dikir.    DI BEŞA KARÎKATURÊ DE BÛ YEKEMÎN    Hestiyên Hakan Arslan ku di dema qedexeya derketina kolanan a li Sûr a Amedê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan di 29’ê tebaxa 2022’yan de radestî bavê wî Alî Riza Arslan hatibûn kirin û Ozgur Evran jî bi navê “Atlasli” ev bûyer xêz kiribû. Bi vî karîkatûrê xwe, di başe karîkatûrê ya Pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad de bûbû yekemîn û hêjayî xelatê hatibû dîtin.    Di heman demê de zêdetirî salekê di Rojnameya Azadiya Welat de karîkatûr xêz kirin. Evran, zewicî bû û zarokeke wî ya keç heye.    Şîna Evran li Mala Şînê ya TOKÎ ya Seyrantepeyê hate danîn.