ÎHD’a Amedê ji ber ‘îşkenceya li kolanê’ dê giliyê polîsan bike 2023-01-03 12:10:37   AMED - Şaxa ÎHD’a Amedê têkildarî îşkencekirina Emre Elaltunterîn li kolanê ji hêla tîmên taybet ve dê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî bike.    Polîsên tîmên taybet di 14’ê kanûnê de li Taxa Kaynartepe ya Rezan a Amedê dema kontrola GBT’ê dikirin welatiyê bi navê Emre Elaltunterîn dan sekinandin û dema Elaltunterîn jê re got ji bo nimêje dereng dimîne jî derb kiribûn. Piştre jî Elaltunterîn hate binçavkirin û dadgehê biryara girtinê da.    DÊ GILIYÊ POLÎSAN BIKIN   Elaltunterîn rojek girtî ma û piştre hate berdan. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ji ber bûyera îşkenceyê, dê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê hêzên ewlekariyê bike.    Têkildarî mijarê li ser hesaba medyaya civakî ya Şaxa ÎHD’a Amedê ev peyam hate parvekirin: “Sedema îşkenceya sîstematîk û tundiya ji hêla polîsan ve tê kirin, sepanên zextê û polîtîkaya necezakirinê ya darazê ye. Şaxa me dê têkildarî bûyera îşkenceyê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê hêzên ewlekariyê bike.”