Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike? 2023-01-03 09:02:04 STENBOL - Yûsûf Kûrtay, bavê Îsa Kûrtay ê HPG'î ku di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabû got: "Gava ji min re gotin ez jî bi wan re mirim. Çima her kes tenê temaşe dike?"    Di êrişên bi çekên kîmyewî de yên Tirkiyeyê yên li Zap, Avaşîn û Metînayê, 11 endamên HPG û YJA-Starê jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniyê de ku di 27'ê Kanûna 2022'yan de hatibû dayîn, nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dabûn hatibûn belavkirin. Tevî 11 endamên HPG û YJA-Starê yên vê dawiyê, heya niha 55 endamên HPG û YJA-Starê ji ber çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane.    Ji 11 kesên vê dawiyê jiyana xwe ji dest dan yek jê jî Îsa Kûrtay (Sefkan Adar) bû. Kûrtay, di sala 1983'yan de li gundê Nerzivan ê navçeya Qulpê ya Îdirê hatiye dinyayê û di sala 1994'an de tevî malbata xwe koçî Stenbolê kiriye. Kûrtay, piştî ku birayê wî Mûhammed Kûrtay di sala 2016'an de li Kobanê jiyana xwe ji dest dide, dibêje "Ez ê biçim cihê ku birayê min lê îehîd ketiye bibînim" û berê xwe dide Kobanê. Lê belê di vegerê de li Rihayê tê girtin û wî dişînin girtîgehê. Kûrtay, nêzî 2 sal û nîvan di girtîgehê de dimîne û gava tê berdan di 10'ê çileya 2019'an de tev li PKK'ê dibe.    Yûsûf Kûrtay, bavê Îsa Kûrtay, behsa têkoşîna kurê xwe kir û têkildarî êrişên bi çekên kîmyewî axivî.    'ZILMÊ QEBÛL NEKIR'   Kûrtay diyar kir ku kurê wî tu carî neheqî qebûl nedikir û got: "Qethiyen heqareta li wî dihat kirin qebûl nedikir. Gepa devê xwe dida hevalên xwe. Lê gava tu li tela wî biçûna an wî li te dixist an jî te li wî dixist."    Kûrtay anî ziman ku kurê wî tu carî kesî tahl nedikir û wiha behsa kesayeta kurê xwe kir: "Kes ji wî aciz nedibû. Heqaret li tu kesî nedikir. Mirovekî wisa bû. Lê gava yekî bela xwe tê bidana, qethiyen ji wî xelas nedibû. Kesekî pir jêhatî bû. Qethiyen ji rastiya xwe tawiz nedida. Gere bi ya xwe bikira."    Kûrtay behsa dema çûna kurê xwe ya ber bi Kobanê ve jî kir û ji bo wê demê ev tişt gotin: "Di sala 2016'an de çû û nehat. Ji Rihayê polîsekî telefon kir. Got, 'Îsa di destê me de ye.' Bi qasî 2 sal an jî du sal û nîvan di girtîgehê de ma. Li girtîgehê ket greva birçîbûnê û 91 rojî di grevê de ma. Piştî wê grevê gelek caran nexweş ket. Gava hat berdan û hat malê, pir zihîf bûbû. Perîşan bûbû. Me ew bir nexweşxaneyeke taybet, derman xwarin. PIştî wê bi 3 mehan, di 10'ê Çileya 2019'an de çû. Neheqî li Îsa hat kirin. Wî zilm û heqaret qebûl nedikir. Li girtîgehê çi dîtibe û çi hatibe serê wî, çi hîn bûbe, çi pê re mabe da dû wê."    ‘EZ BI WAN RE MIRIM'   Kûrtay diyar kir ku piştî ku kurê wî tev li PKK'ê bûye tu xeber jê negirtine û ji bo xebereke nexweş nebihîse demeke dirêj li televîzyonê temaşe nekiriye. Kûrtay da zanîn ku kurê wî yê li Swêdê telefonî diya xwe kiriye û xebera daye wê û got: "Gava ez çûm malê, gotin 'Îsa şehîd ketiye.' Gava gotin 11 heval şehîd ketine, ez jî bi wan re mirim."    Kûrtay bilêv kir ku dike nake mirina bi çekên kîmyewî qebûl nake û got: "Pir li zora min diçe. Çawa van tiştên qedexe li hemberî van mirovan bi kar tînin? Ka mafên mirovan, çima her kes tenê temaşe dike?"