Kesên di qezayê de mirin hatin veşartin 2023-01-02 23:18:42   MÊRDÎN - 6 kesên ku di qezayê de ya li ser rêya Midyad-Mêrdînê, jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin.    Îro danê sibehê wesayîta ku xebatkarên walîtiyê û zanîngehê ji Midyada Mêrdînê dibirin, li nêzî navçeya Mehsertê ber bi şarampolê ve qulibî. Di qezayê de 6 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn. Cenazeyên kesên ku mirin piştî karên otopsiyê yên li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê, radestî malbatên wan hatin kirin.    Cenazeyê Kamûran Onen û Yûsûf Tûnç li Goristana Qibleyê; cenazeyê Rûken Adam, Fatma KAya û Buşra Keleşê jî li Goristana Kaloyê û cenazeyê Abdullah Macît jî li goristana li gundê Heştirekê hat veşartin.