Planên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2023-01-02 14:42:37   ENQERE - Rojnameya Sabahê diyar kir ku AKP dê di çarçoveya plana êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sûîqestên xwe bidomîne û hewl bide binesaziya herêmê hedef bigire.    Dewleta tirk di 19-20’ê mijdarê de li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişeke berfireh a hewayî kiribû û ev êriş hêj bênavber didomin. Di encama êrişan de gelek dibistan, nexweşxane, perestgeh, depoyên genim, bîrên avê û binesaziya herêmê hedef hatibû girtin û hatin rûxandin. Piştî êrişên ku bi roja ne didomin, Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan gotibû ku dê li dijî herêmê êrişeke bejahî bidin destpêkirin. Nûçegihana Dîplomasî û Parastinê ya Serokkomariyê Betûl Usta têkildarî hevdîtina Rûsya, Sûriye û Tirkiyeyê û plan û armancên êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmê ji bo rojnameya Sabahê nivîsand.    DÊ BINESAZÎ BÊ TUNEKIRIN!   Di nûçeyê de tê gotin ku yek ji armancên êrişan, tunekirina binesaziya herêmê ye. Her wiha Usta wiha dibêje; “Ji bo ku çavkaniyên fînsansê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên kontrolkirin dê tesîsên petrolê û rafînerî bên rûxandin, binesaziya înternetê bê tunekirin, qenalên ragihandinê bên tunekirin, xetên binesaziya ceyranê bên tunekirin, febrîqeyên beton bên tunekirin.”    SUÎQESTÊN BI SÎHA’YAN!   Bi domdarî di nûçeyê de tê gotin ku dê sûîqestên bi rêya Balafirên Bêmirov û Biçek (SÎHA) tên kirin jî bênavber bidomin.    PLANA ‘HERÊMA BIEWLE’   Di berdewamiya nûçeyê de tê gotin ku hedefa ewil a TSK’ê Til Rifet e û dê di projeya “herêma biewle” de biisrar bin. Her wiha tê gotin ku dê giraniyê bidin ser pîşesaziya parastina neteweyî û ji bo vê jî dê ambargoyan rakin.