Rojhilat û Îranê bi protestoyan dest bi sala 2023’yan kir 2023-01-02 13:36:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Di roja ewil a sala 2023’yan de li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.    Di roja ewil a sala 2023’yan de li gelek bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Serhildana “Jin, jiyan, azadî” ku piştî qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Emînî di 16’ê îlonê de dest pê kir, tevî êrişên giran jî di roja ewil a salê de jî dom kirin. Esnafên bajarên Kirmaşan û Ciwanroyê bi mebesta protestokirina êrişên hêzên rejîmê yên di roja înê de derabeyên dikanên xwe venekirin. Di roja înê di çilroja ciwanên hatine qetilkirin de xelkê Ciwanroyê xwest merasîma bîranînê li dar bixe lê rastî êrişa hêzên rejîmê hatibûn. Di encama êrişan de ciwanê bi navê Burhan Îlyas (22) hate qetilkirin û cenazeyê wî bi girseyî hate definkirin. Merasîma definkirina cenazeyê Îlyas veguherî xwepêşandaneke mezin û hêzên rejîmê gule berdan gel. Di encama êrişan de 10 kes birîndar bûn.    ÇALAKIYÊN LI BAJARÊN ROJHILAT BERDEWAM IN    Çalakî û xwepêşandanên li bajarên cuda yên Rojhilat jî berdewam in. Dihat payîn ku li Mahabadê bi minasebeta çilroja Şemal Xedirî ku ji hêla rejîmê ve hatibû qetilkirin merasîma bîranînê were lidarxistin. Lê belê hêzên rejîmê di saetên şevê de bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçav kirin. Li bajarê Semîromî yê Îsfehanê jî ji bo kesên di çalakiyan de hatine qetilkirin merasîmên bîranînê yên çilrojê hatin lidarxistin. Hêzên rejîmê êrişî merasîman kir û ciwanan jî li kolanan bi vêxistina agir bersiva dan êrişên rejîmê.    DERSOK DÎSA LI GEL HAT FERZKIRIN   Li gel ku yek ji daxwazên çalakvanan ew bû ku girêdana dersokê ya bi darê zorê ji holê rabe lê tevî vê yekê jî rayedarên Îranê qebûl nakin. Hat ragihandin ku pergala gilîkirina jinên servekirî dîsa ketiye meriyetê. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev pergal piştî serhildana “Jin, jiyan, azadî” hatibû sekinandin. Hat zanîn ku piştî ku girêdana dersokê ya bi darê zorê ketî meriyetê, gelek jin hatin binçavkirin. Rayedarên îranî hewl didin bi darê zorê vê pergalê dîsa berdewam bikin.