Li Qamişloyê 36 DAIŞ’î û hevkarên wan hatin girtin 2023-01-02 13:04:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasyonên wan de li Qamişloyê 36 çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan hatine girtin.   Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî operasyonên hêzên wan ên li Qamişloyê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên wan piştî şopandina şaneyên DAIŞ’ê û hevkarên wan, îro di danê sibehê de li dijî wan operasyoneke berfireh li dar xistine.    Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku Hêzên Operasyonan û Hêzên Taybet (HAT) tev li operasyona li dijî taxên cuda yên Qamişloyê bûne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama operasyonê de gelek çek, cebilxane û alavên teknîkî hatine desteserkirin û 36 DAIŞ’î û kesên alîkarî didan wan jî hatine girtin.    Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku dema tevgerên guman dîtin yekser hêzên wan ji rewşê agahdar bikin.