NPG’ê bîlançoya şer a salekê parve kir 2023-01-02 12:30:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Biryargeha NPG’ê bîlançoya şer a sala 2022’yan parve kir. Di bîlançoyê de hat gotin ku dewleta tirk 3 hezar û 280 caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anîne.  Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bîlançoya şer a sala 2022’yan parve kir. Li gorî daxuyaniya NPG’ê ya li ser Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hatiye parvekirin; dewleta tirk di êrişên îsal de 3 hezar û 280 caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anîn. NPG’ê da zanîn ku di êrişan de 301 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane û 6 jî hatine girtin.    Di daxuyaniyê de NPG’ê destnîşan kir ku dewleta tirk 4 hezar û 527 caran bi balafirên şer û 5 hezar û 701 caran jî bi helîkopteran êriş pêk anîne.    NPG’ê diyar kir ku hêzên wan ên HPG’ê 3 hezar û 34 çalakî li dar xistine û di encama çalakiyên wan de 2 hezar û 942 leşker û cerdevan hatine kuştin û 408 jî birîndar bûne.    ‘PLANA DAGIRKIRINÊ BI SER NEKET’   Bi domdarî NPG’ê daxuyand ku AKP-MHP’ê hewl da ku di nava 2-3 hefteyan de herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dagir bike û wiha bi dawî kir: “Lê belê di vê armanca xwe de bi ser neketin. Dewleta tirk bi taybet jî di nava du salên dawî de teknolojiya şer a herî pêşketî, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar anîn. Li gel vê, her wiha ji PDK’ê piştgirî girt û hewl da sînorên Mîsak-i Mîllî dagir bike. Lê ev plana wê bi ser neket.”    Her wiha NPG’ê got ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî de 55 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dane.