Berdana wî bû mizgîniya sersalê 2023-01-02 08:21:38     AMED -  Îsmaîl Salgar ku piştî 30 salan  cezayê xwe qedandi 31'ê kanûnê ji Girtîgeha Bafraya Samsûnê ya Tîpa T'yê hat berdan.    Îsmaîl Salgar piştî 30 salan ji Girtîgeha Bafraya Samsûnê ya Tîpa T'ê roja 31'ê kanûna 2022'yan hat berdan. Salgar di sala 1992'yan de li Amedê tê binçavkirin. Piştre jî di Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) de hat darizandin û bi îdiayên “yekitî û yekparetiya dewletê xerab kiriye” û “endamtiya rêxistinê” cezayê muebedê ango 36 sal ceza lê hat birîn.   Salgar piştî cezayê xwe yê 30 salan qedand ji girtîgehê derket û ji aliyê malbata xwe ve li ber girtîgehê hat pêşwazîkirin û paşê jî hatin Amedê.