Welatiyek di Çemê Dîcleyê de wer bû 2023-01-01 21:04:50   ŞIRNEX - Li gundê Kereşa yê Cizîrê welatiyek ku di Çemê Dîcleyê de wer bû. Welatî di çem de winda bû.    Li gundê Kereşa yê girêdayî navçeya Cizîrê ya Şirnexê welatiyê bi navê Ahmet Taşar (48) ku bi hevalên xwe re çûbû seyranê, di Çemê Dîcleyê de wer bû. Taşar, piştî lingê wî şemitî û di çem de wer bû, winda bû.    Gava hevalên wî pê dihesin, haya ekîbên lêgerînê pê dixin. Ekîbên lêgerînê ku hatin cihê bûyerê di çem de li Taşar geriyan.    Xebatên lêgerînê dê sibê jî bidomin.