Balafirên şer Geliyê Bazêyanê bombeberan kirin 2023-01-01 19:36:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên dewleta tirk Geliyê Bazêyan a li devera Berwarî Balayê bombebaran kirin.   Hat diyarkirin ku îro danê nîvro balafirên şer ên dewleta tirk Geliyê Bazêyan a li devera Berwarî Balayê ku nêzî bajaroka Kanî Masiyê ye, bombebaran kirine. Li gorî nûçeya Rojnewsê cihên hatine bombebarankirin nêzî cihê niştecihbûna welatiyan in. Derbarê ziyanên êrişê de tu zanyarî bi dest neketin.