Nobeda li dijî tecrîdê didome 2023-01-01 17:18:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penabaran a Mexmûrê çalakiya nobedê ya ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan didome.   Çalakiya nobedê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan di 11’ê Kanûna 2022’yan de dest pê kiribû, didome.   Çalakiya îro bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. Piştî rêzgirtinê koma nû nobedê dewir girt û li ser navê koma nû Heqî Ayaz axivî.   Heqî Ayaz, di destpêka axaftina xwe de hemû çalakiyên li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan tên li derxistin, silav kir û wiha got: “Em tecrîda girankirî şermezar dikin û bang li CTP'yê dikin ku demildest agahiyek ji Rêbertiya me ji me re ragihîne. Em xwedî dozekê ne. Em ê heta dawiyê li pey vê doza xwe bin. Em gel, me çalakiyek daye destpêkirin. Ev mafekî me yê rewa ye û heta em agahiyekê ji Rêbertiya xwe negirin em ê çalakiya xwe berdewam bikin.”   Her wiha piştî axaftinê, çalakvanan sînevîzyona ji nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê temaşe kirin.