Dozgerê Komarê li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin 2023-01-01 11:12:12   AMASYA - Dozgerê Komarê yê Navçeya Gumuşhacikoyê Cîhad Atabaş li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtîn.    Dozgerê Komarê yê Navçeya Gumuşhacikoyê ya Amasyayê Cîhad Atabaş, li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin. Li gor agahiyên bi dest ketin, demeke dirêj xeber ji Atabaşê 30 salî nehtaiye girtin. Piştî vê, dozger Dogûkan Yîgît, tevî polîs û tenduristkaran çûye mala hevpîşeyê xwe. Gava polîs û tenduristkar ketine hundir, dîtine ku Atabaş miriye.    Cenazeyê Atabaş ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Karamûstafa Paşa ya Merzîfonê.