Endama Qebîleya Amazonê bû Wezîra Gelên Xwecihî 2023-01-01 10:35:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Brezîlyayê, Sonia Guajajara ya ji qebûleya Amazonê bû Wezîra Gelên Xwecihî.   Serokê hilbijartî yê Brezîlyayê Luiz Inácio Lula da Silva, ji gelên xwecihî Sônia Guajajarayê kir Wezîra Gelên Xwecihî. Hat daxuyandin ku dê Sônia Guajajara ji sînordarkirina erdan heta xizmetên tendirustiyê xwedî karbidestiya gelek polîtîkayan be.   Guajajarayê piştî biryarê got: "Ev ji serkeftineke kesane wêdetir e. Serkeftineke kolektîf a gelên xwecihî ye. Ji bo Brezîlyayê jî telafiyeke dîrokî ye.”   Guajajara di Cotmehê de ji bo Kongreyê hatibû hilbijartin. Guajajara, wekî seroka koma gelek qebîleyên xwecihî yên Brezîlyayê û endama Amazon Guajajarayê tê naskirin.   Erdên ku gelên xwecihî yên Brezîlyayê lê dijîn, wekî pişika cîhanê tên binavkirin. Daristana baranê ya Amazonê beşeke mezin a karbondîoksîtê dikişîne û li hemberî guherandina îklîmê peywireke mezin bi cih tîne.