Ciwanan tecrîda li Îmraliyê bi stîkiran şermezar kir 2022-12-31 22:40:45   MÊRSÎN - Ciwanan, li Mêrsînê bi cade û kolanan ve stîker zeliqandin û tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin.   Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tecrîda li Îmraliyê li navçeya Akdenîz a Mêrsînê bi dîwarên taxan ve stîkirên li ser “Ciwan wê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin. Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin” dinivîsî zeliqandin.