Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo sersalê peyamek weşand 2022-12-31 20:34:05   STENBOL - Meclisa Ciwanan a HDP’ê pankartên ku têkoşîn destnîşan dikirin li kolanan daliqandin û sala nû pîroz kirin.   Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li taxa Gazî ya navçeya Sûltangaziyê pankartên ku têkoşîn destnîşan dikirin li kolanan daliqandin û sala nû pîroz kirin. Ciwanên ku pankartên weke “Xeta şehîdan xeta têkoşîna me ye” daliqandin li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal jî ev peyam parve kirin: “Em bi dubarekirina soza xwe dikevin sala nû ku em ê bi dilsoziya xwe ya bi şehîdên xwe re têkoşîna xwe mezin bikin. Hevrêyên Alî Çîçek wê faşîzmê têk bibin!”