Serdanên piştevaniya ji bo DBP’ê didomin 2022-12-31 16:20:31   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Hereketa Azadî serdana DBP’ê kirin û piştgiriya xwe eşkere kirin.   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Hereketa Azadî serdana Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a ku Hevserokê wê Giştî Keskîn Bayindir û Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn hatin girtin, kir. Serdan li Buroya Şêwrê ya Navenda Giştî ya li Amedê pêk tên. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û rêveberên partiyê mêvanên xwe pêşwazî kirin.    Aydenîz diyar kir ku êrişên îktidarê yên beriya hilbijartinê ne li dijî partiya wan pêk hatiye û got: “Her ku hilbijartin nêz dibe AKP dixwaze faşîzma xwe bi hêz bike. Lewma jî êrişî kurdan dike. Bekaya îktidarê li ser dijminatiya kurdan tê birêvebirin. Êrişî her aliyî dikin. Li gorî wan her kes dijmin e. Lewma ye ku êrişên xwe didomînin.”