Girtiyê ku hat sirgûnkirin di hucreya yek kesî de tê ragirtin 2022-12-31 15:30:30   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ragihand ku girtiyê nexweş Salîh Gun ê ku hatiye sirgûnkirin di hucreya yek kesî de tê ragirtin.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 434’emîn de çalakiya xwe ya heftane li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê li dar xist. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Tedawî maf nayê astengkirin, girtiyên nexweş berdin” vekirin.    Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Salîh Gun ê li Girtîgeha Sîncanê ya Jimara 2’yan a Ewlehiya Bilind tê ragirtin.    Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût daxuyanî da û diyar kir ku Salîh Gun bêyî xwesteka xwe ji Girtîgeha Kirikkaleyê ya Tîpa F’ê sirgûnê Girtîgeha Sîncanê hatiye kirin û got: “Li gel ku nexweşiyên wî kronîk hene jî bi tena serê xwe di hucreyê de tê ragirtin. Gelek nexweşiyên kronîk lê peyda bûne û bi zehmetî bi rê ve diçe. Di çongên wî de êş û jan heye û her ku diçe rewşa wî giran dibe. Tûrgût destnîşan kir ku divê tedawiya pêwîst a Salîh Gun bi awayek lezgîn bê kirin û divê ji hucreya yek kesî bê girtin û bibin nav girtiyên li odeyên din.