Operasyona 'Birûska Cizîrê' didome: 32 endamên DAIŞ'ê hatin girtin 2022-12-31 15:05:40   NAVENDA NÛÇEYAN - HSD'ê diyar kir ku operasyona "Birûska Cizîrê" di roja 3'yemîn de berdewam dike û li gundewarên Til Hemîsê 32 endamên DAIŞ'ê hatin girtin.    Operasyona "Birûska Cizîrê" ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li dijî endamên DAIŞ'ê da destpêkirin, di roja 3'yemîn de berdewam dike. HSD'ê ragihand ku di operasyonê de li gundewarên Til Hemîsê 32 endamên DAIŞ'ê hatine girtin. HSD'ê diyar kir ku li navçeya Til Birakê jî operasyonê dest pê kir.