Dayikên Şemiyê: Em bi hesreta windayên xwe 2023'yan pêşwazî dikin 2022-12-31 13:56:44   STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe vê heftê de de li aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn û gotin: "Ji bo pêkanîna edaletê û em ê her tim hêviya xwe zîndî bihêlin."   Dayikên Şemiyê ku her hefte ji bo aqûbeta windayên xwe bipirsin û kiryar bên eşkerekirin tên Qada Galatasarayê, ji ber ku qad li wan hat qedexekirin çalakiya xwe ya hefteya 927'emîn a dawîya sala 2022'yan bi rêya înternetê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Hayrettîn Eren hat pirsîn. Xwişka Eren Îkbal Eren daxuyanî da.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    “Di sala 2023'yan de bila daxwaza edaletê ya her kesî pêk bê. 927 meh in em çalakiya xwe li dar dixin. Em hêvî dikin di sala 2023'yan de qeyrana bêedaletî û bêhiqûqî bi dawî be. Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê, bi hesreta xizmên xwe yên winda sala nû pêşwazî dikin. Ligel tiştên ke me jiyayî em her tim bi hêvî ne ku ji bo xizmên me rojek dê edalet pêk bê.    Em sala 2022'yan jibîrnakin, efûnakin û dev ji bernadin. Di sala 2022'yan de jî ligel qedexe û zextan israra me berdewam kir. Qada Galatasarayê wek di rayagiştî ya cîhanê de bûye cihê hafizayê hêj jî li me qedexe ye. Ne tenê Qada Galatasarayê, goristana bêkesan û li ber avahiyên edliyeyê jî li me hatine qedexekirin. Di sala 2022'yan beriya hevdîtina me ya 700’î de bi lêdanê em hatin binçavkirin û doz di sala 2022'yan de jî berdewam kir.   Kesên ku makeqanûnê piştguh kirine, mafê jiyanê tune dihesibînin, heq û azadiyê ji holê radikin û dijminatiya edaletê dikin divê dev jî wan sêpandinan berdin.    Em carek din daxwazên xwe wiha rêz dikin:   * Divê dewlet sûcê xwe ya windakirina di binçavan de qebûl bike û mekanîzmayên ku aqûbeta xizmên me diyar bike, pratîze bike.    * Sûcê windakirina bi zorê di Qanûna Ceza a Tirk de bi sernavê sûcên li hember mirovahiyê bê sererastkirin.    * Divê polîtîkayên bêcezahiştinê ya li hemberî kiryar û wezîfedarên dewletê yên ku sûc kirine, ji holê bên rakirin û divê li gorî hiqûqa gerdûnî sererastkirinek bê kirin.    * Divê dewlet Peymana Navneteweyî a Derbarê Beriya Windakirinê Parastina Herkesî îmze bike. Ji ber ku ev peyman ji bo cezakirina sûcdaran û her wiha ji bo derketina rastiyan hatiye amadekirin.   Em bang li serokkomar jî dikin;    Berpirsiyariya xwe ya li hemberî me divê hûn bi cih bînin. Dawî li binpêkirina mafên me, bêhiqûqiya li hemberî me û tevahiya mirovahiyê bînin. Dozên derbarê xizmên windayan li gorî konjonktura siyasî divê bên vekirin, divê li gorî konjonktura siyasî dosya neyên bidawîkirin. Divê hûn ji bo pratîzekirina pergala darazê tevbigirin. Divê bê zanîn ku em bi sebr û hêvî çalakiya xwe ya lêgerîna aqûbeta xizmên xwe bidomînin û em dev jî Qada Galatasarayê ya ku 228 heft ne li me hatiye qedexekirin bernadin."