Bertek nîşanî biryara bo Fîncanci dan: Heke vegotina rastiyan sûc be em jî sûcdar in 2022-12-31 10:25:06 STENBOL - Nivîskar û rewşenbîran bertek nîşanî neberdana Şebnem Korûr Fîncanci dan û gotin: “Heke li vî welatî vegotina rastiyan sûc be, em jî sûcdar in. Divê em têkoşînek hevpar bikin.”   Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ji ber gotin û nirxandina têkildarî çekên kîmyewî ku Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê li dijî endamên HPG’ê bikar anîbû bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirye” hatibû girtin. Danişîna duyemîn a doza Fincnci di 29’ê kanûnê de li Dadgeha Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Hevpîşeyên Fîncanci, nûnerên rêxistinên sivîl, siyasetmedar û nûnerên sazî û dezgehên navnetewî danişînê şopandin. Heyeta dadgehê danişînê taloqî 11’ê çile kir.    Rewşenbîr, nivîskar û hiqûqnasan bertek nîşanî neberdana Fîncanci dan û diyar kirin ku biryara neberdanê siyasî ye û xwestin Fîncanci tavilê bê berdan.    DARIZANDINEK POLÎTÎK    Ji parêzerên dozê Merîç Eyupoglû diyar kir ku miwekîla wan Fîncanci bi awayek polîtîk tê darizandin û got: “Biryara danişînê beriya danişînê hatibû dayîn. Dadgeh neserbixwe û bêalî ye. Me xwest heyeta dadgehê were redkirin. Lê daxwaza me hat redkirin. Em ê li ber heyeta dadgehê rabin, lê wisa xuya dike ku wê heyet biryarê bide. Ji roja roj ve dozek biguman e.”   ‘BIKARANÎNA KÎMYASALÊ SÛC E’    Nivîskar Temel Demîrer jî da zanîn ku Fîncanci jinek zanist e û gotinên Theodor W. Adorno, “Heke zanist dubarekirina tişta ku serdest dibêjin be, ew zanist ne zanist e, tenê zimanbazî û sûtalî ye” bi bîr xist û got: “Şebnemê wek pisporekê nêrîna xwe aniye ziman. Ez jî pir zelal dibêjim, bikaranîna kîmyasalê sûc e. Kê kîmyasalê bikar anîbe sûcdar e û sûcê şer kiriye. Kîmyasal di peymanên ku Tirkiyeyê îmze kiriye de qedexe ye. Fîncanci heqîqetê anî ziman. Heke li vî welatî vegotina rastiyan sûc be, Şebnem jî û min jî vî sûcî kiriye. Kes nikare Şebnemê bidarizîne. Çimkî cezayek ku wê lê bê birîn nîne. Divê ku madalya rûmetê bidin Şebnemê. Şebnem rûmeta me ye.”    ‘ŞERMA DEMORKASIYÊ YE’    Serokê 2’yemîn ê TTB’ê Alî Îhsan Okten jî diyar kir ku girtin û darizandina Fîncanci şerma demorkasiyê ye û got: “Neheqiya li welat ji berê ve ji aliyê îktidaran ve tê kirin. Êdî ev neheqî bûne polîtîk. Zanist jî êdî li vî welatî bêyî ku sûc bikin tên girtin. Mamoste Şebnem mînaka vê yekê ye. Du meh in tevî hemû neheqiyan jî girtî ye û tê darizandin. Îktidar bi ser mamoste Şebnem re dixwaze TBB’ê ji holê rake û çavê hemû rêxistinên pîşeyî ditirsîne. Tevî hemû zextan jî em ê her rastiya nbêjin. Li dijî van neheqî û zextan hewcedariya me bi têkoşînek hevpar heye.”   ‘WÊ TTB BÊDENG NEBE’    Delegeyê Kongreya Odeya Bijîşkan a Stenbolê Osman Kuçukosmanoglû jî pêvajoya tê birêvebirin wek “operasyonê” nirxand û destnîşan kir ku hedefa bingehîn ew e ku bi ser Fîncanci re TTB’ê ji holê rakin û rêxistinbûna wan bê bêdengkirin û bêbandor were hiştin. Kuçukosmanoglû anî ziman ku têkoşîna TTB’ê îktidara siyasî aciz dike û lewma her tim rêveberên konseya navenda TTB’ê her tim di hedefa darazê de ne û ew ê TTB’ê li gel hemû zextan jî bêdeng nebe û wê her demokrasî, maf^ne mirovan, aştî û mafê tenduristiyê biarêze.