Li Reqayê 9 DAÎŞ’î hatin zevtkirin 2022-12-30 22:12:08       NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê ragihand ku di operasyona lêgerînê de 9 endamên DAÎŞ’ê hatine zevtkirin.    Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê têkildarî encamên operasyona lêgerînê ya îro ya li Reqayê daxuyaniyek da. Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji aliyê Fermandar Ciwan Mihemed ve hat xwendin.   Mihemed diyar kir ku hêzên wan bi baldariyeke mezin û berxwedaneke lehengane ji bo parastina gel û ewlehiya herêmê nîşan dane û got: “Li hemberî hemû kesên ku hewl dan tevliheviyê derxînin û jiyana welatiyan têxin metirsiyê, şaneyên veşartî yên DAÎŞʹê sûdê ji gef û binpêkirinên dewleta tirk a dagirker digirin û ji bo zêdekirina çalakiyên xwe tev digerin.   2 endamên me û 4 şervanên QSDʹê ji bo pûçkirina palana şaneyên DAÎŞʹê canê xwe feda kirin û bersiv dan êrişa xwekujiyê ya li dijî navenda hêzên me ya li Reqayê ya nêzî girtîgha girtiyên DAÎŞʹê.   Ji rakirina tola şehîdan, ji bingehê baweriya me bi erkê me yê ewlehî, mirovî û qanûnî, her wiha di çarçoveya operasyonên şopandina tevgerên bi guman û agahiyên ku hatine bidestxistin de, hêzên me îro (Înê 30ʹyê Kanûnê) di saetên berbanga sibehê de, li bajar û gundewarê Reqayê bi ser cihê endamên DAÎŞʹê girtin. Di encamê de 9 endamên şaneyê girtin û midareke çekên bi wan re bûn, desteser kirin.   Çekên hatine desteserkirin wiha ne:   2 kalaşnîkov   4 jarjorên kalaşnîkofan   2 çifteyên nêçîrê   Pereyekî DAÎŞ   Ala DAÎŞ    Telefonên destan   Hêzên me wê serdegirtin û şopandina hemû kesên hewl didin ewlehiya gelê me têk bibin, dewam bikin. Em hevkariya mezin a ku gelê me yê Reqayê daye,  tevgera wan a li gorî biryara qedexeyê û agahiyên li ser tevgerên bi guman dane me, silav dikin.   Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn careke din soz didin ku ku em ê xeta şehîdên xwe dewam bikin, heta ku ewlehiyeke mayînde li tevahî herêmên me pêk bînin."