Ayşe Gokkan ji bo çekên kîmyewî werin lêkolînkirin serlêdan kir 2022-12-30 16:58:39 AMED -Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan ji girtîgeha lê tê ragirtin serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û xwest dawî li bikaranîna çekên kîmyewî bê.    Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a ji Çileya 2021’an ve girtî ye, têkildarî êrişên bi çekên kîmyewî serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da. Gokkan, xwest bikaranîna çekên kîmyewî were lêkolînkirin û bal kişand ku divê Tirkiye li gorî peymanên navnetewî tevbigere.    Gokhan, di serlêdana xwe de wiha got: “Di 20-27’ê îlona 2022’yan de gumana sûcekî heye ku artêşa tirk çekên kîmyewî bikaranîne (nûçeyên bi dîmen, nivîskî û deng) ev yek jî bûye sedema fikaran. Le bêyî ku li cihê bûyerê lêkolînek were kirin, Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar bêyî ku ji komîteyên bêalî yên ji şahidên pispor pêk tê bê lêkolînkirin, bûyer qebûl nekir. Tenê Pispora Tîba Edlî Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ji ber ku li ser dîmenan fikra xwe anî ziman hate girtin.”   DAXWAZA LÊPIRSÎNÊ    Gokkan, bi bîr xist ku di peymanên hatine amadekirin de bikaranîna çekên kîmyewî sûc e û Tirkiye jî aligirê van peymanan e û xwest ku li cihê bûyerê destûra lêkolînkirinê bê dayîn û Wezareta Parastinê têkildarî artêşa tirk lêpirsîneke bibandor bide destpêkirin.