‘Dê tu partiyên kurd serî netewînin’ 2022-12-30 14:45:15 AMED - PSK û PAK bi mebesta piştevaniyê çûn serdana DBP’ê. Di serdanê de peyama yekitiya neteweyî ya kurd hate dayîn û wiha hat gotin: “Dê tu partiyên kurd serî netewînin.”    Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK) Vahît Aba bi mebesta piştevaniyê li Amedê çûn serdana Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku di 23’yê kanûnê de polîsan bi ser avahiya wê de girtibû. Şande ji hêla Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz ve hate pêşwazîkirin.    PEYAMA YEKITIYÊ    Di serdanê de Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel zext û binçavkirinên li ser DBP’ê şermezar kir. Bozyel, bal kişand ser zextên li ser partiyên kurd û got ku divê gelê kurd li dijî van êrişan hev bigire. Cîgirê Serokê Giştî yê PAK’ê Vahît Aba jî diyar kir ku êrişên li dijî partiyên kurd, êrişên li dijî gelê kurd in û da zanîn ku heke gelê kurd yekitiya xwe ava bike dê bikara van êrişan têk bibe.    ‘DÊ AKP-MHP WINDA BIKIN’    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî ji ber serdanê spasiya Bozyel û Aba kir û destnîşan kir ku bi yekitiya dikare pêşî li ber van êrişên ser gelê kurd û partiyên siyasî were girtin. Aydenîz, da zanîn ku dê têkoşîna wan a li dijî êrişan bidome û wiha bi dawî kir: “Dê tu partiyên kurd li hemberî van êrişan serî netewînin. Dê AKP-MHP li hemberî van êrişan winda bike.”