Kesên li Îranê hatin qetilkirin bi girseyî hatin bibîranîn 2022-12-30 12:13:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo kesên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatin qetilkirin bernameyên bîranînê yên girseyî hatin lidarxistin.     Serhildanên gel ên piştî qetilkirina Jîna Emînî ya bi îşkenceyê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpêkirin, didomin. Ji bo kesên ji aliyê pergala Îranê ve hatin qetilkirin li gelek navendan bernameyên bîranînê hatin lidarxistin. Li bajaroka Dîwalan a Sineyê bi tevlibûna sedan welatiyan ji bo Mûhsîn Nîzayî bernameya bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de dirûşmeyên li dijî rêveberiya Îranê hatin berzkirin.    Li Tehranê jî ji bo Hemîd Reza Rohî merasîma bîrnanîna çil rojiyê hate lidarxistin. Ji ber êrişa li dijî bîranînê demekê gengeşî pêk hat.    Li bajarê Ahvazê ji bo Etîfe Neam bernameyeke bîranînê hate lidarxistin. Li bajaroka Merdevşt a Şîrazê jî ji bo Arman Îbadî merasîma bîranîna çil rojiyê hate lidarxistin.