'Operasyona Birûska Cizîrê' didome: 52 endamên DAIŞ'ê hatin girtin 2022-12-30 11:45:08 NAVENDA NÛÇEYAN - HSD'ê ragihand ku di roja duyemîn a "Operasyona Birûska Cizîrê" de li herêmên Hol û Til Hemîsê 52 endamên DAIŞ'ê hatine girtin.   Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ya înternetê bi daxuyaniyekê encama roja duyemîn a "Operasyona Birûska Cizîrê" ya li herêmên Hol û Til Hemîsê li dar dikeve, ragihand.   Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:   "Di roja duyem de hêzên me bi beşdariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî, Operasyona Birûska Cizîrê ya serdegirtina şaneyên rêxistina DAIŞ'ê ya terorîst li herêmên Hol û Til Hemîsê dewam dikin.   Di roja duyem de hêzên hevbeş 52 çeteyên DAIŞ'ê û kesên êrişên terorane pêk tînin ku li gundewaran xwe vedişart, girtine.   Hêzên hevbeş ji 9 aliyan ve dest pê kir û rûbera lêgerîn û serdegirtinê piştî hewla hin endamên şaneyên terorîst a zextkirina li ser welatiyan da ku wan birevînin, berfireh kir. Lê operasyona serdegirtinê ku hêzan pêk anîne, hemû hewlên wan têk birin û neçarî radestbûnê kirin.   Di karên lêpirsînê yên destpêkê de, çete li xwe mikur hatin ku ew beşdarî gelek kiryarên terorane bûne, pere û çek ji şaneyên rêxistinên terorîst re peyda kirine. Gelek ji wan jî xwe amade dikir ku di sersalê de kiryarên terorane pêk bînin.   Ji ber qerabalixa şênyên li herêmê û bikaranîna rewşên mirovî ji aliyê şaneyên rêxistina terorîst ve, hêzên me dema lêgerîn û girtina wan şaneyan zêde kir. Her wiha wê hêz têkoşînê ji bo têkbirina wan şaneyan li herêmê dewam bikin da ku ewlehiyê li herêmê pêk bînin."