Girtiyên di greva birçîbûnê de: Vîtamîna B12 nadin me 2022-12-30 11:15:29 MÊRSÎN - Hat zanîn ku kontorla tenduristiya girtiyên li Girtîgeha Eregliyê di greva birçîbûnê de ne nayê kirin û daxwazên wan ên vîtamîna B12, rojname û pirtûkan jî nayên bersivandin.    Li Girtîgeha Eregliya Konyayê ya Ewlehiya Bilind girtiyan li dijî tecrîda girankirî û binpêkirinên mafan di 4’ê cotmehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger ku hatibû destpêkirin di 16’ê mijdarê ve veguherandin çalakiya bêdem û bêderoveger. 88 roj in daxwazên girtiyan nehatine qebûlkirin û hat zanîn ku mafên wan bi awayek zêdetir tê binpêkirin.   Parêzerên şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re ya Çûkûrovayê (Çukurova TUAY-DER) yên Mêrsînê di navbera 22-26’ê kanûnê de li girtîgehan bi girtiyan re hevdîtin kirin. Parêzeran hevdîtinên ku pêk anîne kirin rapor.    23 SAETAN BI TENA SERÊ XWE DIJÎN    Yek ji girtiyên ku pê re hevdîtin hatiye kirin Faîk Bûdak e û ew ji tebaxa 2022’yan ve li Girtîgeha Eregliyê Ewlehiya Bilind tê girtin û di hucreya yek kesî de bi tena serê xwe ye. Bûdak dibêje ku hemû girtî di hucreya yek kesî de ne. Bûdak anî ziman ku rojê tenê saetek û nîv wan derdixin hewadariyê û girtiyên cezayên heta hetayê yên girankirî ku li wan hatiye birîn bi binpêkirinên mafan û muameleya dermirovî re rûbirû dimînin.    TUNDIYA DERÛNΠ   Rêxistinên maf û hiqûqê di rapora xwe de dibêjin ku girtî rojê 23 saetan li hucreyê tên ragirtin û mirovan nabînin û ev gihîştiye tundiya derûnî û îşkenceyê.    'CEZAYÊN KÊFÎ’ TÊN DAYÎN    Di raporê de hatiye destnîşankirin ku her çiqas girtî pêdiviyên wek rojname, pirtûk, kovar dixwazin jî lê nadin wan û pirtûk li ber lêpirsînek dûr û dirêj tên hiştin. Di raporê de hat diyarkirin ku bi awayên kêfî cezayên kêfî li girtiyan tên birîn û li gel pirtûk ne qedexe ne jî bi awayên kêfî nadin girtiyan.      LÊGERÎNA TAZΠ   Girtiyan ji parêzeran re gotiye ku di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî tê ferzkirin û ji bo hemû sepanên bêhiqûqî yên li girtîgehê bi dawî bibin dest bi greva birçîbûnê hatiye kirin. Di raporê de hat gotin ku Îbrahîm Sutçu, Faîk Bûdak, Mehmet Işiktaş, Fatîh Baran, Dilxwaz Kiliçoglû, Hasan Muhammed Îbîş, Mehmet Can Yîgîrer, Savaş Delî, Kadîr ji wan girtiyên di greva birçîbûnê de ne.    'GARDIYAN PROVOKASYONÊ DERDIXIN’    Ji girtiyan Îbrahîm Sutçu daye zanîn ku di tebaxa 2022’yan de ji Girtîgeha Ereghliyê ya Tîpa T’yê wî anîne Girtîgeha Eregliyê ya Ewlehiya Bilind û bi tena serê xwe di odeyek biçûk de tê ragirtin.   Girtiyê bi navê Mulsum Kaya jî behsa binpêkirinên mafan kiriye û hin gardiyan provokatoriyê dikin û li revîrê li ser pêya tên sekinandin û ew ji mîdeya xwe nexweş e.    Ji girtiyan Fatîh Boran jî aniye ziman ku li heman korîdorê ew 6 girtî li hucreyên yek kesî tên girtin û nikarin bi girtiyên din re danûstandinê bikin û ew nizanin rewşa dawî ya girtiyên din çi ye. Boran daye zanîn ku gardiyan muameleya xerab li hemberî wan dikin û ji ber provokatiriyan dikin ewlehiya canê girtiyan nîne. Boran gotiye ku odeya girtî Hasan Muhammed Îbîş ê ji rojavayê Kurdistanê di bin navê lêgerînê de bi ser de hatiye girtin û pirtûk û balgiyê wê desteser kirine û her tiştên wî serûbin kirine.    VÎTAMÎNA B12 NADIN GIRTIYAN    Di raporê de hat destnîşankirin ku bijîşkê li revîrê di pêvajoya greva birçîbûnê de di 2 hefteyên dawî de qet kontrola tenduristiya wan nekiriye û daxwaza wan a B12 nehatiye cih. Girtiyan diyar kirine ku ji ber ew di greva birçîbûnê de ne wan sewqî nexweşxaneyan nakin û tu daxwazek wan di warê tenduristiyê de nayê bersivandin.    JI BER BI KURDÎ DIAXIVIN ÊRIŞÎ WAN TÊ KIRIN    Di raporê de hat destnîşankirin ku nêzî 60 girtî hene lê ji wan 6 girtî tenê haya wan ji hev heye û lîman ji ber ku ji greva birçîbûnê re baş tê nadin wan an jî ku didin yên xerabûyî didin. Girtiyan ji parêzeran re diyar kiriye ku girtiyek milek wî nîne li hucreya yek kesî tê ragirtin û ew ji girtîgeha ku jê hatiye bi alîkariya hevalê xwe li xwe nihêriye lê li vê girtîgehê ji ber di hucreya yek kesî de tê girtin kes nikare alîkarî bide wî. Girtiyan gotiye ku girtiyê bi navê Remzî Akyurek ê nexweş di encama serlêdanên bi israr de wî girtine qawîşa 3 kesî û bi giştî 9 girtî li qawîşên 3 kesî tên ragirtin. Di raporê de hat gotin girtîgeh sê qatî ye û li qatekê siyasî dimînin li qatekê jî girtiyên edlî dimînin û ji ber ew bi kurdî diaxivin di navbera wan de şer û pevçûn derdikeve.   MA / Hamdullah Yagiz Kesen