Wezîrê Karên Derve Sefîrê Iraqê ku komkujî îtîraf kiribû parast 2022-12-30 10:42:28 RIHA - Wezareta Karên Derve îdia kir ku axaftina Balyozê Iraqê Alî Riza Guney ku kuştina Nagîhan Akarselê îtîraf kiribû ji çarçoveya wê hatiye derxistin.   Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê akademisyen-rojnamevan Nagîhan Akarsel di 4’ê cotmehê de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe hatibû qetilkirin. Sefirê Tirkiyeyê yê Iraqê Alî Riza Guney ê têkildarî komkujiyê axivî bû, bersiv dabû pirseke li ser komkujiyê û gotibû “Nîvendên girêdayî PKK’ê hedef in” û li komkujiyê mikur hatibû.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu di 10’ê cotmehê de têkildarî vê bersiva Guney bi daxwaza ku Wezîrê Karên Derve Mewlut Çavûşoglû bibersivîne pişniyazpirseke nivîskî pêşkeşî Meclisê kir. Surucu di pêşniyazpirsê de ev pirs pirsîn: “Sefîrê Tirkiyeyê yê Iraqê Alî Riza Gune girêdayî çi hatiye ew daxuyanî da? Alî Riza Guney têkildarî sûîkasta hatiye kirin xwedî kîjan agahiyan e? Wê têkildarî vê daxuyaniya derbarê kuştina rojnamevaneke jin hatiye kirin û hedef hatiye nîşandan de lêpirsînek were destpêkirin? Derbarê mijarê de wê daxuyaniyek were dayîn?”   WEZARETA KARÊN DERVE: AXAFTIN JI ÇARÇOVEYA WÊ HATIYE DERXISTIN   Miduriyeta Giştî ya Karên Siyasî ya Dualî ya Wezareta Karên Derve bersiv da pêşniyazpirsa Surucuyê û wiha got: “Sefîrê me yê Bexdayê, di civîna çapemeniyê de ku di dema vekirina navenda vîzeyê ya li Hewlêrê de hat lidarxistin, li ser têkoşîna me ya li dijî rêxistina terorê PKK'ê nêrînên xwe parve kirin.” Wezaretê di berdewama bersiva xwe de ev tişt gotin: “Tê dîtin ku beşeke ji daxuyaniya mijara gotinê bi zanebûn ji çarçoveya wê hatiye derxistin û bi awayekî qestî di medyaya dîjîtal de hatiye belavkirin.”