Di hefteyekê de 2 caran girtiyê nexweş Ozkan rakirine nexweşxaneyê 2022-12-30 09:14:43 AMED - Rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 84 salî roj bi roj xirab dibe. Hefteya borî ew du caran rakirine nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê ew bi awayekî destkelemçekirî derman kirine.    Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş ên ku bi raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) berdana wan tê astengkirin, yeko yeko jiyana xwe ji dest didin. Di sala 2022'yan de herî kêm 75 girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Yek ji van girtiyan jî Mehmet Emîn Ozkanê 84 salî ye. Heya niha 5 caran krîzê li dilê Ozkan xistiye û ji ber vê 4 caran anjiyo bûye. Di demên dawî de Ozkan her hefte herî kêm rojeke radikin nexweşxaneyê. Herî dawî di meha Cotmehê de 2 caran ji ber nexweşiya dil ew sewqî nexweşxaneyê hatibû kirin û 24 saetan di cîhazê de mabû. Pişt re jî Ozkan bi awayekî destkelemçekirî cardin biribûn Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê. Hat zanîn ku hefteya borî du carên din jî Ozkan rakirine nexweşxaneyê.    Ozkan ku di sala 1993'yan de kuştina Tûxgeneral Bahtiyar Aydin xistine stuyê wî û ji ber vê 27 sal in girtiye, çendî ku nexweşxaneyê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye wî jî, lê bi rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ya Saziya Tiba Edlî (ATK) nayê berdan.   Selma Ozkan, keça Mehmet Emîn Ozkan, sêşema borî çûye girtîgehê cem bavê xwe. Ozkan da zanîn ku bavê wê heftaya borî roja sêşem û çarşemê cardin rakirine nexweşxaneyê û got: “Dema bavê min dibin nxweşxaneyê li ser kursiyê biteker dibin û destê wî kelemçe dikin."    Ozkan anî ziman ku birayê wê yê girtî bavê wê bi kursiya biteker aniye cihê hevdîtinê. Ozkan destnîşan kir ku her diçe rewşa bavê wê xirabtir dibe û ev tişt gotin: “Ji ber ku deng naçê, em nikarin têkiliyê pê re deynin. Diçe nexweşxaneyê, lê nikare xwe îfade bike û bersiv bide. Gava em tiştekî dibêjin, birayê min diçe di guhê wî de dibêje. Di telefonê de jî wisa ye. Destên wî dilerizin. Yanî bi tu awayî em nikarin têkiliyê bi bavê min re deynin. Nikare lazmatiyên xwe yên rojane jî bi tena serê cwe pêk bîne."   Ozkan got: “Mirovekî 85 salî û gelek nexweşî pê re hene û her diçe rewşa wî xirab dibe. Kêlî bi kêlî rewşa bavê min xirab dibe. Belkî sibe ji bo bavê min pir dereng be jî."