Fîncanci dîsa nehat tehliyekirin 2022-12-29 16:41:13 STENBOL - Seroka TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin, danişîna dozê taloqî 11’ê çile hat kirin.  Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ji ber gotin û nirxandina têkildarî çekên kîmyewî ku Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê li dijî endamên HPG’ê bikar anîbû bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirye” hatibû girtin. Îro danişîna duyemîn a doza Fincnci li Dadgeha Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Hevpîşeyên Fîncanci, nûnerên rêxistinên sivîl, siyasetmedar û nûnerên sazî û dezgehên navnetewî danişînê şopandin.    Parêzerên Fincanci parastina miwekîla xwe kirin û destnîşan kirin ku Şebnen Korûr Fîncanci sûc nekiriye û xwestin were berdan û beraetkirin.    Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê ji bo daxwaza parêzeran û Fîncanci binirxîne navber da danişînê. Piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û daxwaza berdana Fîncanci red kir û danişînê taloqî 11’ê çile kir.