Hevdîtina li gel rojnamevanan tê astengkirin 2022-12-29 16:08:40 ENQERE - Serlêdanên 9 rojnamevanên girtî ku dikaribin bi hevpîşeyên xwe re hevdîtin bikin, tê astengkirin.    Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezpotamya (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrullah Acar, Selman Guzelyuz û Hakan Yalçin û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren Oznûr Deger di 29’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibûn girtin. Serlêdana rojnamevanan a ji bo hevdîtina li gel hevpîşeyên wan tê astengkirin. Serlêdanên rojnamevanan ji alyê Desteya Îdare û Çavdêriya Girtîgeha Sîncanê ve tê redkirin. Serlêdana rojnamevanan bi hêceta “bifikare” tê astengkirin