Mizrakli ji Soylu re got: Nebî ku tu navê min ji bîr bikî, em ê hesabê ji hev bipirsin 2022-12-29 15:04:01 AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli hêjta cezayê wî teqez nebûyî ji peywirê hate girtin. Mizrakli, li ser hesaba xwe ya twîtterê têkildarî Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ku kiribû hedef bersiv da û wiha got: “Nebî ku tu navê min ji bîr bikî! Em ê li pêşberî darazê hesabê ji hev bipirsin.”    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu dema bersiva rexneyên têkildarî cezayê hefsê yê li Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû hatiye birîn dida, bal kişand ser Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm tayîn kiribû.    Mizrakli hêj demekî kin dest bi peywira xwe kiribû ku Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû ji bo ku ji peywirê were girtin serî li Wezareta Karên Hundir dabû. Lê Soylu qala vê rewşê nekir û girtina ji peywirê ya Mizrakli ya beriya biryara dadgehê ku tenê ji ber lêpirsînekê hatibû kirin jî berevajî kir. Piştî ku Mizrakli ji peywirê hat girtin, 9 sal cezayê hefsê lê hat birîn lê ev ceza hêj teqez nebûye û dosyaya wî li Dadgeha Bilind hate xerakirin. Tevî vê yekê jî Soylu derheqê Mizrakli de hikûm da û îdia kir ku Mizrakli ji ber “endamtiya PKK’ê” di girtîgehê de ye. Soylu, bi vê yekê re xala Makeqanûnê ya “heta ku sûc neyê tespîtkirin, kesek weke sûcdar nayê qebûlkirin” binpê kir.    Dadgeha Bilind bi sedema “lêkolîneke baş nehatiye kirin”, cezayê Mizrakli xera kir û dema hêjta lêpirsîna derheqê wî de didomiya, ji hêla Soylu ve ji peywirê hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Mizrakli, li ser hesaba xwe ya twîtterê ev bersiv da Soylu: “Te îro ez bibîr anî me. Dê di rojên pêş de pir bi bîr bînî. Tevahiya lêpirsînên derheqê min de bi biryara neşopandinê bi dawî bûn. Dosyaya ku ez weke rehîneyê siyasî tê de têm girtin jî ji hêla Dadeha Bilind ve hate xerakirin. Wezîrê Karên Hundir; nebî ku tu navê min ji bîr bikî! Ez û tu dê li hemberî darazê hesabê ji hev bipirsin...”