Sancar: Em ê êrişan bi têkoşîna rêxistinkirî rawestînin 2022-12-29 15:01:44 STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku îktidar di dîzaynkirina hiqûqa xwe dixwaze siyasetê tasfiye bike û got: “Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî van êrişên li ser her beşên civakî rawestînin.” Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ji ber gotin û nirxandina têkildarî çekên kîmyewî ku Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê li dijî endamên HPG’ê bikar anîbû bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirye” hatibû girtin. Îro danişîna duyemîn a doza Fincnci li Dadgeha Çaglayana Stenbolê tê lidarxistin. Beriya danişînê hevpîşeyên Fîncanci, nûnerên rêxistinên sivîl, siyasetmedar û nûnerên sazî û dezgehên navnetewî li ber edliyeyê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Girseyê dovîz hildan, pankart vekirin û dirûşmê “Mamoste Şebenm rûmeta me ye” berz kirin.    ‘AŞTÎ Û DEMOKRASÎ AVÊTIN ZINDANÊ’    Ewilî Nûnerê DÎSK’ê yê Stenbolê Asalettîn Arslanoglû axivî û got ew bi her awayî li cem Fîncanci ne û got: “Aştî û demokrasiyê avêtine zindanê. Em ê bêdeng nebin.”    SANCAR: ÊRIŞ NE TESADÛFÎ NE    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî axivî û destnîşan kir ku îktidar hiqûqa xwe dîzayn dike û bi vî awayî siyasetê û aştîxwaz û zanistan tasfiye dike û got: “Duh biryara doza Geziyê hat erêkirin. Duh biryara bihêcet a derbarê doza Ekrem Îmamoglû de hat weşandin. Pêr doza Denîz Poyraz bepirsên rasteqîn hatin veşartin û ceza li kujer hat birîn. Êrişên li ser Yekitiya Tabîban ji rejîma 12’ê Îlonê maye û xwe disparê wê zîhniyetê. Îktidar ji siyasetmedaran, gel, rewşenbîran, alî û hêzên rêxistinkirî, têkoşîna demokratîk a hevpar ditirse. Van êrişên li ser Yekitiya Tabîban ne tesadufî ne û nû jî nîne. Em dikarin heta 12’ê Îlonê bibin. Mamosteya me Şebnem cihekî wê yê girîng di nava têkoşîna azadî û demokrasiye de heye. Cihek wê taybet heye. Ked û xebatên wê ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Ji Yekitiya Tabîban ditirsin û dixwazin bêdeng bikin. Wisa xuya dike ku wê îktidar van lîstikên xwe bidomîne. Bi rêbazên xerab xebatên hilbijartinê dest pê kirin. Lê heke li miqabilî xwe xebatek û têkoşînek birêxistnkirî û bihêz bibînin wê bisekinin û em tenê dikarin bi têkoşîna rêxistinkirî wan rawestînin.”    TABLOYA ‘ŞERM’Ê BERDEWAM DIKE    Serokê 2’yemîn ê TTB’ê Alî Îhsan Okten jî destnîşan kir ku tabloya “şermê” berdewam dike û ew tenê ne berdanê her wiha dixwazin ku seroka wan û mamosteya wan Şebnemê bê beraetkirin.