Biryara AYM’ê ya Kazanhan: Sûc giran e lê ceza kêm e 2022-12-29 14:28:03   ŞIRNEX  -  AYM’ê di doza Nîhat Kazanhan de ku ji hêla polîsan ve li Cizîrê hatibû qetilkirin, biryara “binpêkirina mafê jiyanê” da û ev biryar di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Di biryarê de wiha hat gotin: “Sûcê hatiye kirin pir mezin e lê cezayê hatiye birîn kêm e. Hiqûq ji bo parastina jiyanê ye lê di bûyereke wiha ya şênber de bi awayeke bibandor nehatiye bicihanîn.”    Di dema bûyerên 14’ê çileya sala 2015’an ên li Cizîr a Şirnexê de zarokê bi navê Nîhat Kazanhan ê 12 salî bi guleya polîsan hatibû qetilkirin. Dadgeha Makeqanûnê (AYM) di 25’ê gulanê de biryar da ku qetilkirina Kazanhan ji hêla polîsê tîmên taybet ve binpêkirina “Mafê jiyanê” ye. Hûrgiliyên biryara AYM’ê di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Biryar ji 35 rûpelan pêk tê û îfadeyên bersûc û şêweyê rûdana bûyerê tê de hebûn. Di biryara bihincet de wiha hat gotin: “Mafê jiyanê hatiye binpêkirin û cezayê bersûc dê bi sedema ‘tehrîkkirina nerewa’ neyê daxistin. Em gihişitin wê qenaetê ku pêşî li ber hewldana tevdîra ku êdî ev bûyere rû nedin hatiye girtin.”    ‘MIMKIN NÎNE KU WERE QEBÛLKIRIN’   Di biryarê de hat gotin ku nayê qebûlkirin ku ji ber “tehrîkkirina nerewa” cezayê polîsê bersûc were daxistin. AYM’ê, diyar kir ku tiştekî rewa nîne ku hêzên ewlekariyê li hemû herêmên ku çalakî lê tên lidarxistin bi awayekî bêperwa çekan bi kar bînin.    ‘RÊJEYA DI NAVBERA SÛC Û CEZA DE HEV NAGIRE’   Bi domdarî AYM’ê daxuyand ku polîsê tîmên taybet bi awayekî derhiqûqî çek bi kar anî ye û mafê jiyanê binpê kiriye lê tevî vê yekê jî bi hinceta “tehrîkkirina nerewa” cezayê wî hatiye daxistin û ev biryar da: “Di rêjeya di navbera sûc û ceza de ferqekî mezin heye. Em gihişitin wê qenaetê ku pêşî li ber hewldana tevdîra ku êdî ev bûyere rû nedin hatiye girtin. Bi kuştina zarokekî re binpêkirineke giran a maf hatiye kirin lê cezayê hatiye dayîn ne li gorî wê ye. Hiqûqa ku ji bo parastina jiyanê hatiye avakirin, di bûyereke wiha şênber de bi awayeke şênber nehatiye bicihanîn.”   'EM Ê NEHÊLIN BIBE QEDERA ME’   Serokê Baroya Şirnexê û parêzerê malbatê Rojhat Dîlsîz têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir û got ku polîtîkaya necezakirinê li vî welatî bûyeke tiştekî jirêzê le dê bi tu awayî nehêlin bibe qedera wan.