Girtî Aslan: Bi rêya girtiyên edlî provakasyonan dikin 2022-12-29 12:11:00   MÊRDÎN – Girtiya bi navê Nûrcan Aslan ku li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê tê ragirtin diyar kir ku di dema derketina hewadariyê de girtiyên edlî alavan diavêjin wan û da zanîn ku bi destê girtiyên edlî provakasyon tên kirin.    Girtiya bi navê Nûrcan Aslan ku li Girtîgeha Jinan a Tarûsê tê ragirtin, bi bavê xwe Nevzat Aslan re hevdîtin kir û qala binpêkirinên li girtîgehê kir. Aslan, bi rêya bavê xwe wiha qala binpêkirinan kir: “Di dema hewadariyê de bi girtiyên edlî dirûşman didin berzkirin. Dirûşmên faşîst bi wan didin berzkirin û alavan diavêjin cihê hewadariyê. Carnan ev alav li ser girtiyên siyasî dikevin. Heta îskanan jî diavêjin. Hewl didin li Girtîgeha Tarsûsê provakasyoneke mezin li dar bixin. Tevî ku me daxwaznameyên xwe radestî rêveberiya girtîgehê kirine jî heta niha bersivek nehatiye dayîn. Me ji partiyên siyasî re jî şandin lê bersivek nehat dayîn. Daxwaza me ya ji bo hevdîtina bi rêveberiyê re bi hinceta ‘midûr amade nîne’ tê vehêlandin.”    Bav Aslan, da zanîn ku di dema ketina girtîgehê de pirsgirêkan dijîn û gardiyan ji wan re dibêjin ku “tiştek ji destê wan nayê.”