Xaniyên ku dewletê çêkirin bi serê gundiyan ve hildiweşe 2022-12-29 10:30:53   WAN - Di çarçoveya projeya “Koykent” a ku wek parçeyek polîtîkaya koçberiyê xistin dewrê, 12 gund li cihekî avahî hatin çêkirin, kom kirin. Avahiyên hatine çêkirin di 24 salan de kabil bûne. Welatî dibêjin niha jî ew hatine ber koçberiyê û lê ew ê neçin tu cihekî din.    Di salên 1990'î de şer û pevçûnên li bakurê Kurdistanê her roja ku derbas dibû zêde dibûn, di şerê wan salan de bi sedan gund dihatin valakirin û şêniyên gundan bi darê zorê dihatin koçberkirin. Hin ji van gundan jî li navçeya Şaxê ya Wanê ne.    Li navçeya Şaxê ya Wanê serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît projeya “Koykent” xist dewrê û di çarçoveya vê projeyê de 12 gund hatin valakirin û di sala 1998’an de dest bi projeya 380 avahî ango konutan hat kirin û xelkê van 12 gundan di sala 2000’î de li gundê Ezdînan hatin bicihkirin. Avahiyên hatine çêkirin qet li ber xwe nedan û div an 24 salan de kavil bûne û hildiweşin. Welatî ji ber kavilbûna xaniyan dîsa neçarî koçberiyê hatin kirin.    GUNDÎ BI DARÊ ZORÊ JI MALÊN WAN HATIN DERXISTIN   Yek ji deverên ku şerên dijwar lê qewimîn herêma Êzdînan a bi ser navçeya Şaxê ya Wanê ve bû. Leşkeran her tim li gundên Beregûnd, Koran, Bêzans, Nar, Bilîsavar, Martans, Xaçans, Nikus, Şîmcal, Mendaşk, Êzdînan û Batkan yên ku girêdayî herêma Êzdînan e zext dikir û xwestin val bikin. Lê belê tevî şer û zextan jî xelkê gundên xwe neterikandin. Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît serî li rêbazek bi navê parojveya “Koykent” da. Ji bo 12 gundên herêma Êzdînan 380 avahî ango konut hatin lêkirin û ev proje di sala 19982an de bi dawî bû û xelkê herêmê li wan konutan hatin bicihkirin. Hin gundî nexwestin ji malên xwe ango ji gundên xwe derkevin, lê leşkeran bi darê zorê welatiyan ji malên wan derxistin.    LI HERÊMA HEZAZÊ XANIYÊN BÊHESIN HATINE ÇÊKIRIN    Di 24 salan de ev avahî hatin asta ku kes nikare têde bimîne û hatine ber hilweşandinê. Welatiyên li wir hatine bicihkirin dibêjin ku ev xanî bi hesinên kêm, nesaxlem hatine çêkirin û hindik maye bi ser wan de hilweşe. Sal bi sal malbatên li wan konutan bicih bûbûn bar kirin. Niha 60 mal mane li wir. Di nava 7 salên dawî de nêzîkî 320 malbat neçar man ku koç bikin. Her çiqas avahiya navenda tenduristiyê hebe jî lê xizmet nade welatiyan û zarok her roj bi serwîsan diçin navenda Şaxê dibistanan.    Di sala 2014’an de Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê û Midûriyeta AFAD’ê lêkolîn li gund pêk anî û gundê Êzdînan herêma hezazê îlan kirin.    KOÇBERIYA DUYEMÎN LI WAN TÊ FERZKIRIN    Şêniyên gund diyar dikin ku niha jî ew neçarî koçberiya duyemîn tên kirin û cihek ew biçinê tune ye û dê ji gund dernekevin.    Ji şêniyên gund Halîl Canci diyar kir ku talûkeya hilweşîna xaniyan li aliyekî li aliyê din jî gund wek herêma hezazê hat ragihandin û got: “Dixwazin me ji vir derxin. Em naxwazin ji gundê xwe derkevin.”  Siyanet Kamaç jî ku ji gundê Bilîsavarê 24 sal berê koçî gundê Êzdînan hatiye kirin da zanîn ku ew li gundê xwe berê hin bêtir bextewar bûn û got: “Leşker hatin û me bi darê zorê ji gundê me derxistin. Me ji neçarî koçî vir kir. Niha jî dixwazin me ji vir derbixin. Zilmê li me dikin lê em ê dest ji gundên xwe bernedin. Em ê neçin tu cihekî din.”    NAXWAZIN DEST JI AXA XWE BERDIN    Ji şêniyên gund Camî Tartan jî destnîşan kir ku di wan salan de bi zora dewletê 12 gund hatin valakirin û niha jî dîsa dewlet dixwaze gundê wan vala bike. Tartan jî got ew dixwazin ji bo wan malên nû bên çêkirin û naxwazin ji dest ji axa xwe berdin.    'EM JI VIR NAÇIN’    Bahattîn Çalışir jî diyar kir ku tu xizmet ji bo gundê wan nayê kirin û got: “Av û axa me tev firotine. Dixwazin me ji vir jî koçber bikin. Lê em ê ji vir neçin. Em li vir in.”    Servan Kiliç jî got: “Ji ber xaniyan ne bi malzemeyên qalîte hatine çêkirin, li ber hilweşandinê ne. Bila werin xaniyên çêkirine bibînin û ji nû ve çêkin. Em ji vir naçin.”    MA / Cengîz Ozbasar