Yurek piştî 30 salan hat Amedê 2022-12-28 23:30:29       AMED - Yilmaz Yurek ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, li Amedê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin.   Yurek ku di sala 1992'yan de li Êlihê hatibû girtin û Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” cezayê meuebedê lê birîbû, piştî 30 salan di 26'ê Kanûnê de ji Girtîgeha Akhîsara Manîsayê ya Tîpa T'yê derket. Yurek, dema ji girtîgehê derket 2 rojan li cem malbata xwe ya li Manîsayê ma. Yurek îşev jî bi balafirê ji Îzmîrê hat Amedê. Li vir Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan a Amedê (TUAY-DER), Cîhan Ozyildizê piştî 30 salan ji girtîgehê derketibû û malbata wî ew pêşwazî kirin.    Yurek piştî pêşwazîkirinê ber bi Êlihê ve bi rê ket.