Ji HDP'a Rihayê xwarina piştevaniyê 2022-12-28 20:44:34   RIHA- Parlementera HDP'ê Ayşe Surucu ku di xwarina piştevaniyê ya HDP'a Rihayê de axivî ji bo dawî li tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê bang kir.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê, li Hêwana Dawetê ya Mîrhatê bi dirûşmeya "Em HDP'î ne li her derê ne" xwarina piştevaniyê da. Li hêwana ku xwarin lê hat dayîn pankarta "Roboskiyê jibîr neke" hat daliqandin. Nûnerên saziyan û bi sedan welatî tevlî xwarinê bûn.    'DÊ HDP NEQEDE'   Çalakî bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Hevserokê HDP'a Rihayê Ahmet Atiş ewilî axivî. Atiş bilêv kir ku îro salvegera Komkujiya Roboskiyê ye û got: "Em vê komkujiyê şermezar dikin."    Atiş anî ziman ku faşîzma AKP-MHP'ê her tim sonda qedandina HDP'ê dixwe û got: "HDP, liv ir e, HDP dê neqede. Bedêl çi dibe bila bibe, em ê her tim li dijî vê faşîzmê li ber xwe bidin."   ROBOSKÎ NEHAT JIBÎRKIRIN   Paşê Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu axivî. Surucuyê ewilî 34 kesên di Komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. Surucuyê bilêv kir ku ew operasyonên ji bo tasfiyekirina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) qebûl nakin û bertek nîşanî girtina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir da. Surucuyê got: "Ev êriş her ku zêde dibin em xurttir dibin. Hatina w eya vira ji bo me girîng e. Em li dijî vê pergala tekparêz û faşîst ancax bi piştevanî û rêxistinbûnê dikarin bitêkoşin."    TECRÎD   Surucuyê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî. Surucuyê ku bang li desthilatê kir "dest ji polîtîkayên tecrîdê û şer berdin" wiha axivî: "Ji bo bidawîbûna tecrîdê bihêlin bila parêzer û malbat hevdîtin bi birêz Abdullah Ocalan re bikin."    Surucuyê bal kişand ser êrişên li ser jinan jî û got ku desthilat ji ber ku ji jinan ditirse tim êrişî wan dike.    Surucuyê di dawiyê de got ku HDP dê li dijî hemû dek û dolaban û êrişan bi têkoşîna jinan, dayikan û ciwanan bi ser bikeve.    Çalakî piştî axaftinan bi dayina xwarinê bi dawî bû.