HSD’ê bîlançoya salekê parve kir 2022-12-28 15:40:23   NAVEANDA NÛÇEYAN -  HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di sala 2022’yan de 17 hezar û 596 êriş li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine kirin û di encamê de 12 jê zarok bi giştî 59 sivîl hatine qetilkirin.    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bîlançoya êrişên dewleta tirk û DAIŞ’ê yên di sala 2022’yan de li dijî  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku saziyên xizmetê, cihên ceyran, av, û şaredarî, mizgef û goristan jî bûne hedefa êrişan. Her wiha hat destnîşankirin ku ji Efrînê heta Kobanê û Dêrikê, herêmêke pir berfireh, Girtîgeha Sinaa û Kampa Holê jî rastî êrişan hatine.    Bîlançoya sala 2022’yan a HSD’ê wiha ye:    “Di sala 2022’yan de dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi hezaran binpêkirin li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şêniyên wê pêk anîn. Ji ber vê yekê sala 2022’yan bû sala herî bi xwîn û ziyanên madî û fizîkî gihande gel. Piştî sala 2019’an anku piştî dagirkirina bajarên Girê Spî û Serêkaniyê, dewleta tirk herêm bi balafirên şer, çekên giran, tank û topan bi dijwarî kir hedef. Di êrişan de ziyaneke mezin gihişt binesaziya herêmê, cihên niştecihbûnê, rê û zeviyan. Ev êriş rê li ber karesateke mezin a mirovî vedikin.    DEWLETA TIRK MEZINTIRÎN SÛCÊN ŞER DIKE   Ji ber êrişan, sivîl di malên xwe de hedef hatin girtin û ziyanên mezin gihiştin herêmê. Di êrişan de sazî û dezgehên xizmetguzariyê, perwerdehî û tenduristiyê, cihên enerjiyê, ceyran, av, şaredarî mizgeft, goristan, gund û bajarên ku sivîl lê dijîn bûn hedefa êrişan. Ji Efrînê heta bi Kobanê û Dêrikê, dewleta tirk a dagirker êrişên berfireh pêk anîn. Bi hedefgirtina sivîlan xuya bû ku gel neçarî koçberiyê bike. Ev sûc, mezintirîn sûcê li dijî mirovahiyê ye. Û ev yek jî bi awayeke eşkere bi belge îspat bûye ku dagirkeriya tirk sûcên şer pêk tîne.   Li gel êrişên hovane yên bênavber, dagirkeriyê tirk bi mebesta têkbirina aramî û ewlehiya herêmê, ajan û sîxur bi kar anî. Her wiha hewl da di nava gel de nakokiyan derxîne û tirsê bêxe nava gel. Lê di çarçoveya operasyona Sondê de bi dehan şaneyên girêdayî dagirkeriyê, sîxûrên ku destê wan di şehîdxistina fermandar, şervan û welatparêzên me de hebûn hatin girtin. Di nava wan de şebekeyên bazirganiya madeyên hişber jî hatin pûçkirin.   JI BO TUNEKIRINA DAIŞ’Ê TIRKIYE ASTENGIYA HERÎ MEZIN E    Fermandar û şervanên me yên di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de bi roleke mezin rabûbûn hedef hatin girtin. Bi vê yekê re têkiliya di navbera Tirkiye û DAIŞ’ê hêj berbiçavtir bû. Dewleta tirk a dagirker bi eşkereyî piştgirî da DAIŞ’ê. Di êrişa rêxistina terorîstê ya li ser Zindana Sînaa ya li Hesekê û êrişên li ser kampa Holê û derdora wê de ev têkilî bêhtir derket holê. Qadên di bin dagirkeriya dewleta tirk de veguherîne qadên perwerdekirin û amadekirina çeteyên DAIŞ’ê. Lewma di mijara tunekirina DAIŞ’ê de astengiya herî mezin dewleta tirk e.    Di vê raporê de bilançoya giştî ya binpêkirinên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hejmar û encamên êrişên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê û operasyonên hêzên me bi beşdariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî şaneyên rêxistina terorîste ne.    BÎLANÇOYA ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK    Bîlançoya binpêkirinên dewleta tirk;    * Di sala 2022’yan de hejmara êriş û binpêkirinên dewleta tirk derkete 17 hezar û 596 êrişan.    * Dewleta tirk 17 hezar û 433 caran bi obus, hawan û tankan êriş kir.    * Bi balafirên bêmirov 120 caran êriş kirin ku ji wan 5 jê bi balafirên bêmirov ên xwekuj hatin kirin.    * 43 êrişên asîmanî hatin kirin.    * Di encama êrişan de 263 sivîl birîndar bûn ku ji wan 59 jê zarok û 44 jê jin bûn.    * Di êrişan de 59 sivîl hatin qetilkirin ku ji wan 12 jê zarok û 5 jî jin bûn.    * Di çalakiyên bersivdayînê yên hêzên me de 44 leşkerên dagirkeriya tirk û 22 çete hatin kuştin.    * Di encama êrişên dagirkeriyê de Şaredariya Gel a Zirganê, şebekeya ceyranê ya li Til Temirê, jinavbirina santrala çaremîn a ceyranê ya li gundê Teqil Beqil ê Dêrikê, Dibistana Seretayî ya Gundê Qeramelê ya li Şehbayê, beşeke goristana asuran a li gundên Til Cûma û Til Şenan, şebekeya înternetê ya Zirganê, navendeke perwerdehiyê ya keçan a li Hesekê û beşeke ji Dêra Marsîwa ya li gundê Til Temirê ya Hesekê hatin rûxandin û ziyan gihişt mizgefta gundê El Cat a Minbicê, îstasyona dehfandina avê ya li gundê El Fatsa yê Eyn Îsayê ji ber topbaranê sekinî, ziyaneke mezin gihişt kargeheke singeran a li Hesekê,  ziyaneke mezin gihişt şîrketa aşan a li Kobanê, ziyanek gihişte îstasyona avê ya li gundê El Hîşa yê Eyn Îsayê, ziyan gihişt şebekeya ceyranê ya bilind a li Tel Temirê, qismekî depoya genim a li gundê Dehr El Ereb ê Zirganê hate rûxandin, avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Zirganê hate rûxandin, xetên ceyranê yên bilind ên îstasyona Til Temirê hedef hatin girtin, êriş li ser Nexweşxaneya Koronayê ya Qamişlo hate kirin, saziyên sivîl ê Rêveberiya Xweser ên Zirgan, Til Temir û Eyn Îsayê hedef hatin girtin, ziyanek gihişt mizgefta gundê El Fatsayê, ziyaneke mezin gihişt îstasyona petrolê ya Dîcle ya li bajarokê Çil Axayê, di êrişa bi balafirên şer de ziyaneke mezin gihişt îstasyona gazê ya Siweediyê û ji xizmetê derket, êriş li ser îstasyona Saîda û Zaraba yên li gundewarê bakurê Tirbespiyeyê hatin kirin, îstasyoneke komkirina petrolê ya li gundê Meşûq û tankêrek li îstasyona Mil Hesnak ên Tirpespiyeyê bûn hedefa êrişan, îstasyoneke ceyranê ya li navçeya Tirbespiyeyê bû hedefa êrişan, li Tirpespiyeyê bîrên petrolê hedef hatin girtin, îtasyona gazê ya Siweydiyê ya li Dêrikê cara duyemîn bû hedef, li Kobanê nexweşxaneya Koronayê hate rûxandin, klînaka li gundê Qeremox ê Kobanê hate rûxandin, birca telefonê ya li gundê Salûk ê Kobanê bû hedefa êrişan, mizgefta gundê El Tirwaziyê yê Zirganê hate rûxandin, firneya gundê El Rebîat ê Zirganê bû hedefa êrişan û ji xizmetê derket, rêyên sivîlan bi kar anîn bû hedefa êrişan, cotkar û makîneyên çandiniyê bûn hedefa êrişan.    OPERASYONÊN LI DIJÎ DAIŞ’Ê    Encamên êrişên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê û operasyonên hêzên me yên bi beşdariya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî şaneyên wê;    Rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ji firsenda mijûlbûna hêzên me ya li hemberî êrişên dagirkeriya tirk li ser herêmên Baku û Rojhilatê Sûriyeyê sûd werdigirt û leza êrişên xwe yên li dijî gelên herêmê û yên ku terora wê red dikin, zêde kir. DAIŞ’ê li dijî hêzên ewlekarî û leşkerî, girtîgeh û kampên ku girtî û malbatên wan tê de ne gelek êriş pêk anîn. Di êrişên ku rêxistina terorîst DAIŞ’ê di sala 2022’yan pêk anî de, di warê taktîk de guhertinekê nîşan dide. Di wê hewldanê de ye ku hêza xwe îspat bike, hêvî û enerjiyê bide şaneyên xwe da ku rihettir êriş bike.   * Hêzên me 3 manevrayên leşkerî jî di nav de bi giştî 113 operasyonên leşkerî hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de 8 jê li derdora Kampa Holê bi giştî li Hesekê û gundewarên wê 43 operasyon, li Dêrazorê 53, li Reqa û gundewarên wê 13 ku yek ji wan li Tebqayê hate kirin û li Minbicê operasyonek hat lidarxistin.    * Di Operasyona Gurzê Gelan de, Girtîgeha Sînaa;  3 hezar û 500 girtiyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ku hewldan ji girtîgehê birevin, bi komî hatin girtin û li wir neçar man ku teslîm bibin û avahiya ku tê de veşartibûn kete bin kontrolê. Di şerê bi hêzên me re de 386 terorîstên ku ji derve êrişî girtîgehê kirin hatin kuştin.   * Hejmara kesên ku di operasyonên cuda de hatin girtin, gihişte 267 terorîstan (di navan de serkirde, endam û hevkar hene).   * Di operasyonan de 387 terorîst hatin kuştin ku 375 terorîst ji derve di pevçûnên bi hêzên me re û 12 terorîstên din jî di çarçoveya operasyonên cuda de ji derve ve êriş birin ser girtîgeha Sînaayê.   * Hejmara operasyonên terorî yên DAIŞ’ê di nav de (êrişên xwekujî, teqemenî, tehdîtkirina sivîlan) jî 176 e.”   Her wiha HSD’ê da zanîn ku di encama êrişên dewleta tirk û DAIŞ’ê de 178 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane. HSD’ê diyar kir ku ji şervanan 95 jê dema li dijî dewleta tirk li ber xwe didan, 69’an jê di dema operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ’ê de û 14’an jî ji ber nexweşî û qezayan jiyana xwe ji dest dane. HSD’ê herî dawî bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî binpêkirinên dewleta tirk û komên girêdayî wê bi erka xwe rabe û Hêzên Koalîsyonê jî piştgiriyê bidin wan.”