Li Liceyê 3 jîngeh weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin 2022-12-28 14:31:24   AMED - Li sê jîngehên Liceyê “Herêma ewlehiya taybet a demkî” hat ragihandin û qedexekirin.    Walîtiya Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku li çoltarê Taxa Xosor û mezrayên Hewsel û Aliye yên Lice ya Amedê ji bo 7 rojan “Herêma ewlehiya taybet a demkî” hatine ragihandin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku qedexeye welatî bikevin van herêman û ev tişt hatin destnîşankirin: “Ji bo ku welatiyên diçin van herêman ji kesên derqanûnî yên li van herêman û tevdîrên li dijî wan tên girtin zirarê nebînin, ev herêm ji 28/12/2022’an saet 02:00’yan heta 03/01/2023’yê saat 23:59’an, ji bo 7 rojan weke ‘herêmên ewlehiya taybet a demkî’ hatine ragihandin.”