Li Wanê kesek hate binçavkirin 2022-12-28 11:59:28   WAN - Li Wanê belavkarê rojnameyê yê berê Firat Kirdag, di serdegirtina malê de hate binçavkirin.    Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala belavkarê Rojnameya Îpekyolûyê ku di sala 2016’an de bi KHK’ê hatibû girtin yê berê Firat Kirdag de girtin. Di serdegirtinê de li mala Kirdag lêgerîn hate kirin û tişt hatin belavkirin. Piştî lêgerîna li malê Kirdag hat binçavkirin. Kirdag ê sedemê binçavkirina wî nehate zanîn birine Miduriyeta Polîsan a Wanê.