Gelê Êlihê: Divê em li hemberî çekên kîmyewî rabin 2022-12-28 09:10:12   ÊLIH - Êlihiyan bêdengiya ji bo bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kirin û gotin: "Çekên ku li seranserê cîhanê qedexe ne, gava li hemberî kurdan tên bikaranîn wekî tiştekî asayî tê dîtin."    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 25'ê kanûnê de bi dirûşma "Ji şer û xizaniyê re na" li Êlihê mitîngek li dar xist. Welatiyên ku tev li mitîngê bûn, bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li Herêma Federe ya Kurdistanê li dijî gerîlayan tên bikaranîn.    ‘MIROV ÇIMA BÊDENG IN?'   Nefîse Takûn pirsî ku çekên ku li seranserê cîhanê qedexe ne, çima gava li hemberî kurdan tên bikaranîn kes deng ji xwe dernaxe û got ku çekên kîmyewî tenê ne li mirovan, zirarê dide tevahiya xwezayê û candaran. Takûn, destnîşan kir ku divê gel li dijî vê rewşa li dijî mirovahiyê bêdeng nemînin û wiha got: "Çima mirov li ber vê xwe li nedîtin û nebihîstinê datînin? Gelê kurd divê li dijî van komkujiyan têkoşîna xwe xurttir bike. Zarokên me dimirin, lê em li mala xwe rûniştî ne, zarokên me dimirin em guh û çavên xwe digirin. Ez kesên xwe li hemberî vê komkujiyê xwe li bêdengiyê datînin şermezar dikim. Ez bi rêzdarî bejna xwe li ber kesên ku ji bo azadiyê û axa xwe şer dikin ditewînim."    ‘EM ÇEKÊN KÎMYEWÎ NAXWAZIN'   Fesîh Kaya jî diyar kir ku kesên çekên kîmyewî bi kar tînin sûcê li hemberî mirovahiyê dikin û wiha domand: "Ne tenê li Kurdistanê em naxwazin li tu dereke cîhanê bên bikaranîn. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li hemberî mirovahiyê ye. Divê gel di vî warî de bibin dengê gelê kurd. Cîhan divê pêşî li ber vê bigire û bikaranîna çekên kîmyewî asteng bike. Çekên kîmyewî ne exlaqî ne jî mirovî ye. Divê tu kes bikaranîna çekên kîmyewî qebûl neke."    ‘DIVÊ EM BIBIN YEK'   Seyît Bîlal Evren jî ku got bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer e û bertek nîşanî tevkariya malbata Barzanî ya bi Tirkiyeyê re. Evren, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Barzanî ji bo mafên kurdan ne xwedî helwest e. Barzanî divê bifikire êdî. Gelê kurd divê li dijî van êrişa bibe yek. Gava kurd bibin yek, tu dewlet nikare xwe li ber wan bigire."    ‘ZAROKÊN ME ŞEHÎD DIKEVIN'   Asya Uzumê jî ev tişt aî ziman: "Em naxwazin çekên kîmyewî bên bikaranîn. Zarokên me şehidî dikevin. Kurd divê li dijî vê bibin yek. Ger em nebin yek dê dawiya me ne bi xêr be."    ‘SÛC E'   Têkildarî mijarê Mûrat Karaman jî destnîşan kir ku ew bikaranîna çekên kîmyewî naxwazin û axaftina xwe wiha qedand: "Ev çekên li seranserê cîhanê qedexe ne, lê gava mesele kurd bin mixabin tên bikaranîn. Gava li Kurdistanê û li dijî kurdan tên bikaranîn wekî tiştekî asayî tê dîtin. Divê em li dijî van komkujiyan têkoşîna xwe û dengê xwe bilinda bikin."