Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît: Ez dibêjim qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn 2022-12-28 09:09:19   COLEMÊRG - Ramazan Yorgûn, bavê Şaban Yorgûn ku jiyana xwe ji dest da û piştî 7 mehan cenazeyê wî radestî malbatê hat kirin wiha got: "Hestiyên wî ji hev ketibûn, eynî wekî xweliyê diweşiyan. Gava min cenaze dît, tu dibêjî qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn."    Di 12'ê hezîranê de li bejahiya gundê Anîtosê yê Colemêrgê di navbera Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Hêzên Parastina Gel (HPG) de şer qewimîbû. Di vî şerî de, di êrişa hewayî de 3 HPG'î û YJA-STAR'î Jiyan Konûr a ji Şirnexê, Canan Ozdemîr a ji Wanê û Şaban Yorgûnê ji Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên wan piştî karên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê li Serê Solan ya girêdayî navenda Colemêrgê li "Goristana Bêkesan" hatibûn veşartin. Malbata Şaban Yorgûn ku ji Mêrsînê hatibû serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê dabû. Piştî nimûneyêN DNA'yê li hev derketibûn, malbata Yorgûn cenaze wergirtibû û ew li goristana li Taxa Karşiyakayê ya Colemêrgê di bin dorpêça polîsan de veşartibû.    Ramazan Yorgûn, bavê Şaban Yorgûn, anî ziman ku piştî ku cenaze dîtiye gumana dibe ku kurê wî bi çeka kîmyewî hatibû kuştin lê peyda bûye.   Yorgûn bi lêv kir ku ji roja ku bihîstine kurê wî jiyana xwe ji dest daye heya roja definkirina cenaze bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mane û wiha got: "Çawa min bihsît kurê min jiyana xwe ji dest daye, li Mêrsînê çûm dozgeriyê. Dozgeriyê berê min da Wanê. Ez û malbata xwe beriya definkirinê bi 4 mehan çûn Wanê, em rastî tahdeya polîsan hatin. Dozgeriya Wanê, ji me re got, têkildarî mijarê tu agahî li ber destên wan tune ne û berê me dan Colemêrgê. Gava ez çûm Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û min li aqûbeta kurê xwe pirsî, em li vir jî bi heman tahdeyê re rû bi rû man. Polîsan ji me re got, 'We ji ku bihîstiye ku kurê we jiyana xwe ji dest daye? Kî ji we re got?' Me jî got me di televîzyonê de û li ser înternetê bihîstiye û em hatine cenazeyê xwe wergirin."    DEST JÊ BERNEDA   Yorgûn anî ziman ku paşê serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê dane û wiha domand: "Dozgeriyê got nizanin cenaze yê kê ne û 3 cenazeyên hatine Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê piştî 15 rojan hatine definkirin. Ji me re gotin, ger hûn ji bo DNA'yê xwînê bidin û xwîn li hev derê dê cenaze bidin. Piştî ku me xwîn da, em vegeriyan Mêrsînê. Piştî 20 rojan qereqoleke polîsan a nêzî mala me telefonî me kir. Gava ez çûm qereqolê, li wir polîsan ji min re got, 'Çavê te ronî kurê te sax e.' Çendî min bi israra got min xebera mirina wî bihsîtiye jî, ji min re gotin here malê. Di teblîxatê de ku polîsan amade kiribû, hatibû nivîsandin ku DNA li hev derneketine."    ZILMA QEYÛM   Bi domdarî Yorgûn da zanîn ku wî dest jê bernedaye û li cenazeyê kurê xwe geriyaye û got ku cardin ji Mêrsînê çûye Colemêrgê û serî i dozgeriyê daye. Yorgûn bilêv kir ku vê carê DNA li hev derketiye û bi destûra dozgeriyê çûne cenaze ji cihê lê hatiye definkirin derxistine û wiha domand: "Me ji şaredariyê wesayîta cenaze û ji bo definkirinê jî kemçe xwest, lê neda me."    Yorgûn diyar kir ku şaredariyê ne tabût ne wesayîta cenaze û ne jî kemçe daye wan û got ku wî û hevjîna wî û kurê wî bi hev re cenaze ji "Goristana Bêkesan" derxistiye û bi derfetên xwe ew defin kiriye.    'TU DIBÊJÎ QEY ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATINE BIKARANÎN'   Yorgûn diyar kir ku tevî hemû astengiyan jî cara ewil li cenazeyê kurê xwe mêze kiriye û der barê cenaze de ev tişt gotin: "Min dît ku cenaze di nava 7 mehan de riziyaye, hestî eş bûne û ji hev qetiyane. Cenaze wekî ku 3-4 sal bin hatiye veşartin. Wisa xuya dikir. Hestiyên wî ji hev ketibûn, eynî wekî xweliyê diweşiyan. Gava min cenaze dît, tu dibêjî qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Cenaze ancax bi çekên kîmyewî wisa bibe wekî xweliyê û ripîreş. Çi anîbin serê cenazeyê me nizanim, lê em qebûl nakin. Heya sax bim ez ê van tiştên hatine serê me jibîr nekim."    Yorgûn di dawiya axaftina xwe de bang li civakê kir ku xwedî li cenazeyên ku li "Goristana Bêkesan" hatine veşartin derkevin.