ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-28 09:00:20   * Berxwedana “Jin, jiyan, azadî” ya li rojhilatê Kurdistanê û Îranê 3 meh li pey xwe hişt. Di êrişên rejîma Îranê de heta niha 469 kes hatine qetilkirin, 15 hezar kes hatine binçavkirin û 2 ciwan jî hatin bidarvekirin. Rojnameger Êrfan Geylanî da zanîn ku agirê ku jin û ciwanan vêxistî rejîm ji bingehê ve hejandiye.    * Endama Navenda Dîplomatîk a Civakî ya rojavayê Kurdistanê Lolav Qamişlo diyar kir ku wan ji NY’yê kiriye ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe û bide sekinandin û daxwaz kirine ku her cûre mafên li herêmê werin mîsogerkirin û Tirkiye bê cezakirin.    * Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, got: "Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan nerîn bên berdan."    * Ramazan Yorgûn, bavê Şaban Yorgûn ku jiyana xwe ji dest da û piştî 7 mehan cenazeyê wî radestî malbatê hat kirin, got: "Hestiyên wî ji hev ketibûn, eynî wekî xweliyê diweşiyan. Gava min cenaze dît, tu dibêjî qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn."    * Êlihiyan bêdengiya ji bo bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kirin û gotin: "Çekên ku li seranserê cîhanê qedexe ne, gava li hemberî kurdan tên bikaranîn wekî tiştekî asayî tê dîtin."    * Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Nûrten Uzumcuyê anî ziman ku êrişên li ser partiya wan ji bo hilbijartinê ne û got: "Nîşana serketinê ya ku hevserokê me yê giştî Bayindir di dema binçavkirinê de çêkir, nîşaneya têkoşîna hevpar e."    * Hevşaredar Berîvan Helen Işikê ku diyar kir qeyûmê Şaredariya Sêrtê 8 mal û milkên şaredariyê bi awayekî bêhiqûqî firotiye, ji bo betalkirina firotina van mal û milkan serî li Dadgeha Îdareyê da.    * Welatiyên êlihî ku beşdarî mitînga HDP'ê bûn bertek nîşanî êrişên dawî yên li dijî siyaseta kurd pêk hatin dan û gotin: “Çiqas êriş bikin jî siyaseta kurd serî natewîne. Gelê kurd wê di hilbijartine de vê desthilata faşîşt hilweşînin.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar wê di roja 660’emîn de berdewam bike.    * Danişîna ewil a doza derbarê GOÇÎZDER’ê de hatiye vekirin wê li 15’emîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Bakirkoyê were vekirin. (10.00)   * Parlamenterên HDP’ê wê li dijî tecrîda li Îmraliyê li ber Wezareta Dadê çalakiya rûniştinê li dar bixin. (11.00)   * 3’yemîn danişîna doza derbarê sê kesên ku di nav de cerdevan Cengîz Aydemîr jî heye ku li navçeya Qileban a Şirnexê tecawizê zaroka bi navê S.A. kirine wê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê were li dar xistin. (11.00)   * Bi boneya 11’emîn salvegera Komkujiya Roboskê wê li goristana gund bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Serokê TBB’ê Erînç Sagkan bernameya bîranînê were lidarxistin. Ji bo kesên hatine qetilkirin wê lig elek bajaran daxuyanî, bîranîn û panel bên lidarxistin. (12.00-19.00) ZINDΠ   * Rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî wê ji ber girtina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevserokê Amedê Hayrettîn Altûn wê ji bo piştevaniyê serdana Navenda Giştî ya DBP’ê bikin. (12.00-16.00)   * HDP, dê li Rihayê şeva piştevaniyê li dar bixe. (19.30)